Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine 2022-09-22 09:26:36 ÎZMÎR - Ji girtiyê nexweş Îsmet Gunden ê nayê berdan "heqê xwarinê" hatiye xwestin. Hevjîna wî Koçer Gunden got: "Dewletê hevjînê min xistiye girtîgehê û bi ser de jî pere dixwaze. Ev zilm e."   Li Tirkiyeyê bi taybetî piştî sala 2015’an AKP’ê “polîtîkayên ewlehiyê” ji xwe re esas girtin û her ku diçe bi van polîtîkayan binpêkirinên mafan zêde dike. Li girtîgehên ku bûne navenda binpêkirina mafan, her roj binpêkirine nû tên kirin. Herî dawî li Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê Bariş Keve yê bi tena serê xwe di hucreyekê de bû bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.   Her wiha girtiyên ku nayên dermankirin jî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Li gorî daneyên rêxistinên girseyî yên demokratîk, ji destpêka sala 2022’yan û vir ve girtiyên nexweş ên ku berdana wan ji aliyê Saziya Tipa Edlî (ATK) ve hatine astengkirin jî di nav de herî kêm 55 girtî û hikûmxwar li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane û ji vana 27 jê ji ber nexweşiyên xwe jiyana xwe ji dest dane.   Ji girtiyên ku bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û di nava lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran de yek jê jî Îsmet Gunden ê 67 salî ye. Gunden ku di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Kiriklarê ye, di sala 2012'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û piştî 7 mehan hatiye berdan. Paşê 7 sal û 6 meh cezayê lê hatiye birîn, di 15'ê çileya 2021'ê de polîsan avêtiye ser mala wî û ew binçav kirin. Gunden di binçavan de krîza dil derbas kiriye û piştî anjiyo bûye ew girtine û şandine girtîgehê.   Nexweşiyên li Gunden peyda bûne ev in: Prostat, şekir, nexweşiya dil, xitimandina demaran, xerabbûna gurçikan, tansiyon, lerzînên dijwar a dest û lingan, xerabbûna çavan, nexweşiyên hestî, kolesterol û fitiq. Gunden ku nêzî 2 sal in di Girtîgeha Kiriklarê de ye, 3 caran bi Kovîd-19'ê ketiye. Hemû hewldanên wî û malbata wî yên ji bo berdana wî jî bê encam tên hiştin.   HEQÊ XWARINÊ JÊ XWESTINE   Koçer Gunden (65) der barê nexweşiya hevjînê xwe de axivî. Gunden anî ziman ku li girtîgehê zextên sîstematîk hene û wiha got: “Xweşikî xwarinê jî nadin wan. Dema em diçin hevdîtinê hevjînê min dibêje 'Em di bin zilmê de ne'. Hevjînê min nêzî 2 sal in di girtîgehê de ye. Lê çend roj berê fatûreya xwarinên ku hevjînê min li girtîgehê xwarine ji me re hat û dixwazin em 5 hezar TL bidin. Dewletê hevjînê min xistiye girtîgehê û bi ser de jî pere dixwaze. Ev zilm e."   ‘BILA WÎ BERDIN'   Bi domdarî Gunden anî ziman ku hevjînê wê divê bi awayek bi rêkûpêk bê dermankirin û axafttina xwe wiha bi dawî kir: "Dema hevjînê min ji nexweşxaneyê tînin wî dixin hucreyê. Dermanan dereng didin. Dema em bi telefonê pê re diaxivin jî destê wî direhile. Loma em nikarin zêde biaxivin. Bila girtiyên nexweş bên berdan û bên cem malbatên xwe. Emrê min derbas bûye, êdî gava diçim girtîgehê zehmetiyê dikişînim. Hevjînê min jî extiyar bûye û di girtîgeha odeya zehmetiyê dikişîne. Nêzî 3 meh in nikarim biçim girtîgehê cem wî. Ev qasî zilm tê kirin. Dixwazim hemû girtiyên nexweş bên berdan. Êdî bes e ji vê zilmê re."    GIRTÎGEHÊ AGAHÎ NEDA   Girtîgeha ku em li ser îdiayê lêgeriyan diyar kir ku ji ber "derbarê girtîgehan de agahiyên taybet bi kesê re nayên parvekirin" nikarin agahiyê bidin.    MA / Delal Akyuz