Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin 2022-09-22 09:01:33 WAN - Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç diyar kir ku bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re hiqûq hatiye binpêkirin û got ku divê demildest dest ji polîtîkayên tecrîdê bê berdan.   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 23 sal in li Îmraliyê bi awayekî giran tê tecrîdkirin. Ji 25'ê adarê ve tu xeber ji Ocalan nayê girtin. Parêzerên wî ji sala 2011'an ve tenê di 2-22'yê gulanê, 12-18'ê hezîranê û 7'ê tebaxa 2019'an de karibûn hevdîtinê pê re bikin. Di 13'ê îlonê de ji Ewropayê 350 parêzerên ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin serî li Wezareta Dadê dabûn. Ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê 691 parêzer jî ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin name ji Wezareta Dadê re şandin û ji Fas, Filistîn, Herêma Federal a Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Iraq, Lubnan, Misir, Sûriye û Urdunê jî 756 parêzer jî bi pêşengiya Hewldana Hiqûqî ya Ereb serî li Wezareta Dadê dan ku bi Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re hevdîtin bê kirin.    Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç ku der barê tecrîda li Îmraliyê de axivî diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan tê meşandin pêşî li ber rêyên çareseriya demokratîk ên ji bo pirsgirêka kurd digire.   ‘PIRSGIRÊKA SEREKE YA ROJHILATA NAVÎN'   Kamaç diyar kir ku pirsgirêka kurd êdî di nava pirsgirêkên navneteweyî de ye û wiha got: “Pirsgirêka kurd a bi sedsalan, veguheriye krîzeke giran. Bi sedsalan e kurd ji bo çareseriya demokratîk a vê pirsgirêkê bedêlên giran didin. Em behsa înkarkirina ziman, çand û erdnîgariya gelekî dikin. Ji ber vê yekê pirsgirêka kurd yek ji pirsgirêkên sereke yên Rojhilata Navîn e. Kurd di nav çar welatan de hatine dabeşkirin û mafê çarenivîsa wan hatiye desteserkirin. Em dibin şahidê înkarkirina gelekî ku li Rojhilata Navîn bûye dînamîka sereke ya krîzan û li hemberî vê têkoşîna li hemberî vê înkarê."    ‘OCALAN AKTOREKÎ GIRÎNG E'   Bi domdarî Kamaç anî ziman ku bi polîtîkayên tecrîdê re hiqûq tê binpêkirin û got ku tecrîd encama yekûna krîzên li welêt e. Kamaç, axaftina xwe wiha domand: “Ocalan, di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de aktorekî girîng e. Ev demeke dirêj e li ser birêz Ocalan rewşa tecrîdê heye. Ev tecrîd dem bi dem kûrtir dibe. Divê neyê jibîrkirin ku tecrîd piralî ye. A rast hiqûq, azadî, demokrasî û mafên mirovan jî tên tecrîdkirin. Ger mirovek ji mafên xwe yên qanûnî yên herî bingehîn bêpar be, mirov nikare li wî welatî behsa azadî, demokrasî û mafên mirovan bike. Anku li welatekî ku tecrîd lê hebe, li wir hiqûq hatiye eciqandin. Dema em li van hemûyan dinêrin dîmenek derdikeve holê û di serî de birêz Ocalan hemû girtî tên tecrîdkirin. Ev tiştên ku me rêz kirin, awayê berbiçav ê binpêkirina nirxên gerdûnî ye. Çi dibe bila bibe, divê li welatên demokratîk mafên bingehîn ên hiqûqî yên mirovan bi cidiyeta dewletekê bên mîsgoerkirin."   'TECRÎD RÊYÊN ÇARESERIYÊ DIGIRE'   Di berdewamê de Kamaç anî ziman ku armanca tecrîda li ser Ocalan ew e ku pêşî li ber rêyên çareseriya demokratîk ên ji bo pirsgirêka kurd bigire û ev nirxandin kir: “Dîrok bi dehan caran nîşan daye ku çareseriya pirsgirêka kurd divê bi rêyên demokratîk be. Ev yek gelek caran li rûyê kesên ku polîtîkayên yên şer didin meşandin xistiye. Li vî welatî rê li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd tê girtin û sedemeke bingehîn a vê yekê jî tecrîd e. Ji aktorên girîng ên ku dê tevkariyê li çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bike yek jê jî birêz Ocalan e. Heya ku tecrîda li ser Ocalan bidome, em ê wisa fêm bikin; ev welat di polîtîkayên xwe yên şer de israr dike. Em vê niha jî fêm dikin; desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide li dijî kurdan pêvajoyeke plankirî û pratîk bimeşîne. Dixwazin kurdan li her qadê bi awayekî sîstematîk tecrîd bikin. Lewma divê mirov bi awayekî giştî li bûyerê binere. Lê tevî hemû polîtîkayên tepisandinê jî îradeyeke neşikestî heye. Tişta ku kesên vê planê dişopînin nabînin jî ev e. Ger ev îrade heta niha nehatibe şikandin ji niha û pê de jî nayê şikandin.”   ‘DEST JI TECRÎDÊ BERDIN'   Kamaç diyar kir ku desthilat di şexsê Ocalan de dixwaze tecrîdê li hemû girtîgehan belav bike û got ku demildest divê dest ji tecrîdê bê berdan. Kamaç axaftina xwe wiha qedand: "Çawa ku kesên tên girtin di pêvajoyek hiqûqî re derbas dibin, divê li girtîgehan ji bo parastina mafên jiyana wan jî hiqûq esas bê girtin. Lê mixabin di demên dawî de em dibînin ku êdî darbest ji girtîgehan derdikevin. Girtiyên ciwan dikujin û dibêjin 'xwe kuştine'. Ev nayê qebûlkirin. Tiliya dewletê û desthilatê di van mirinan de heye."    MA /  Hakan Yalçin