Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin 2022-09-21 20:32:09   COLEMÊRG - Ferşad Derwêşî ku li bajarokê Balû yê bajaroka Urmiyeyê ji aliyê polîsên Îranê ve hatibû qetilkirin, ji aliyê bi hezaran kesî ve hat definkirin.   Nerazîbûn û bertekên li dijî qetilkirin jina Jîna Mahsa Emîniyê ku li Îranê ji aliyê "polîsên exlaq"ê ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, didomin. Li seranserê Îranê 24 bajar tevlî çalakiyan bûne û li 13 bajaran jî çalakiyên protestoyî yên berfireh hatin lidarxistin. Xwepêşandanên li bajarên wekî Mababad, Bûkan, Urmiye, Sinê, Kamyaran, Bîcar, Tehran, Meşed, Qurwe Banenê her diçe mezintir dibin. Di dema xwepêşandanan de hêzên ewlehiyê yên Îranê herî kêm 7 kes qetilkirine û 241 kes jî birîndar kirine. Hat diyarkirin ku di çalakiyên protetsoyî de Mohsen Mihemedî li Dîwandareyê, Reza Lotfî (25) li Dehgolanê, Ferşad Derwêşî (23) li bajaroka Balû ya Urmiyeyê, Zekeriya Silêmanî (17) li Pîranşarê û Fereydûn Mehmûdî  jî li Seqizê jiyana xwe ji dest dane.   BI DIRÛŞMEYAN HAT DEFINKIRIN   Li bajarokê Bala yê Urmiyeyê, êvara 20'ê Îlonê Ferşad Derwêşî yê 23 salî ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Xelkê herêmê Derwêşiyê bi giranî birîndar bûbû rakiribûn Nexweşxaneya Îmam Rizayî ya Urmiyeyê, lê li vir tevî hemû mudaxileyan jî jıyana xwe jı dest dabü.    Derwêşî piştî bicihanîna wecîbeyên olî ji aliyê hezaran kesî ve li goristana bajaroka Balû ya Urmiyeyê hat definkirin.   Di dema definkirinê de bi hezaran kesên li goristanê dirûşmeyên “Bimre dîktatorî" û “Şehîd namirin” berz kirin.   Protestoyên li herêmê didomin.