Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin 2022-09-21 16:16:30   ÎZMÎR - Di roja 115’emîn a Nobeta Edaletê de malbatên girtiyan ên Îzmîrê ji bo rakirina tecrîdê bang kirin.    Bi mebesta tedawîkirina girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin û bidawîkirina sepanên tecrîdê yên li ser girtîgehan, malbatên girtiyan li Îzmîrê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta Edaletê di roja 115’an de li pêşiya Girtîgeha Kiriklarê hat lidarxistin. Malbatên girtiyan di çalakiyê de pêşmalkên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Deng bide girtîgehan” li xwe kiribûn. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Bayrakli û Menemenê jî piştgirî dan çalakiyê.    Hevseroka HDP’a Bayrakliyê Ayşe Silik di çalakiyê de axivî û da zanîn ku girtî ji ber zextên demdirêj bi nexweşiyan dikevin. Bi domdarî Silik ev tişt anî ziman: “Divê dewlet dengê xizmên girtiyan bibihîze. Em dixwazin hevalên me yên girtiyên nexweş jî bên berdan. Bila heqê dayikên wan nemîne. Her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Bi nexweşiyên giran dikevin lê raporên ‘dikarin di girtîgehê de bimînin’ tên dayîn. Em van biryaran nas nakin. Tu dayikek qebûl nake û dê têbikoşe. Em jî dê têkoşîna xwe bidomînin.”    LI DIJÎ TECRÎDÊ BANGA ALÎKARIYÊ   Rêveberê Rêxistina HDP’a Bucayê Cahît Gunay jî nivîsa “edalet bingeha milk e” ya li eywanên edliyeyan bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Ev mirov edaletê ji bo hemû gelan dixwazin. Ji ber ku zarokên wan daxwaza edaletê dikin, niha di tecrîdê de ne. Em jî dayik jî bibiryar in ku edaletê pêk bînin. Ji bo rakirina tecrîdê em ê heta dawiyê têbikoşin. Divê her kes deng bide dengê me.”    Çalakî bi dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.