‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’ 2022-09-21 15:36:23   ENQERE - Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê diyar kirin ku tu mirineke li girtîgehan bi xwezayî nînin û wiha gotin: “Berpirsyariya wan di stûyê wezaretê de ye. Em ê nehêlin ku mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê.”   Rêxistinên hiqûq, tenduristî û mafên mirovan bi mebesta ku balê bikişînin ser astengkirina mafê tenduristiyê yê girtiyan, raporên Saziya tipa Edlî (ATK) û rejîma cihêkar a înfazê, li Yekitiya Mulkiyeyiyan daxuyanî da.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Enqereyê, Hiqûnasên ji bo Demokrasiyê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Hiqûqnasên ji bo Edaletê, Parêzerên Hiqûqa Civakî, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHDV), Odeya Bijîşkan a Enqereyê (ATO), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB)  û gelek nûnerên saziyên din di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadî ji girtiyên nexweş re” hatibû daliqandin.    ‘HÊJ JÎ AGAHIYÊN MIRINAN TÊN’    Endama Şaxa OHD’a Enqereyê Hulya Yildirim da zanîn ku piştî Wezareta Edaletê, daraz û ATK veguherîn rejîma înfazê veguherandin rejîma cezayê, li girtîgehan her tim agahiyên mirin û nexweşxaneyan tên û wiha domand: “Nexweşê bêhntengiyê Bazo Yilmaz li gel ku nedikariya bi tena serê xwe bijî û girêdayî cîhazê oksîjenê dijiya, ATK’ê di sala 2021’an de rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da. 5 roj beriya mirina Yilmaz, girtiyê nexweş ê ji sedî 96 astengdar Zulkuf Yildirim ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin tevî raporên nexweşxaneyê jî nehat berdan û jiyana xwe ji dest da. Du roj beriya mirina Yildirim, girtiyê nexweş ê 60 salî Mehmet Candemîr ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da. Girtiyên nexweş ên ATK nahêle berdan jî di nav de, tenê di sala 2022’yan de 55 girtî û hikûmxwaran jiyana xwe ji dest dan. Ji van girtiyan 27 jê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van mirinan jî bi xwezayî nîne. Encama hiqûqa dijminatiyê û rejîma înfazê ya dijminatiyê ye.”   SERBIXWEBÛNA ATK’Ê   Yildirim, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gel ku nikarin bi tena serê xwe bimînin û rewşa wan gelek girane jî, ATK ji bo girtiyên nexweş rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dide. Mehmet Emîn Ozkan ji sedî 87 astengdar e û ewqas nexweşe ku nikare biaxive. Her wiha siyasetmedar Aysel Tugluk nexweşa demansê ye. Lê bo herduyan jî rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da. Êdî guman hene ku ATK serbixwe nîne û bi zanistî tevnagere. Ji ber raporên ATK’ê, gelek girtî demekî kin piştî berdanê jiyana xwe ji dest didin. ATK, ji ber raporên midûriyetên emniyetê girtiyan terkî mirinê dike. Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî Şaxa Midûriyeta TEM’ê ya Qoserê bi îdiaya ‘bo ewlehiya civakê xetere ye’ rapor amade kir û nahêle girtiyê nexweş Serdal Yildirim ku ji sedî 98 astengdar e û li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin bê berdan. Anku mafê jiyanê tê binpêkirin. Bêguman berpirsyarê van mirinan daraz, rêveberiyên girtîgehan, ATK û Wezareta Edaletê ne. Em ê destûrê nedin ku van mirinan bikin bûyerên jirêzê. Banga me li her kesî ew e ku li dijî van mirinan bi hestiyarî tevbigerin û têkoşîneke hevpar bidin.”