Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir 2022-09-21 12:52:31   ENQERE - Bi qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî re li gelek bajarên Îranê çalakî hatibûn destpêkirin. Di encama çalakiyan de welatiyê bi navê Fûad Ghadîmî bi giranî birîndar bûbû. Ghadîmî di saetên serê sibehê de jiyana xwe ji dest da.    Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî li Tehranê bi sedema ku pora wê xuya dike, ji hêla “polîsên exlaqê” ya rejîma Îranê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Bi qetilkirina Amînî re di serî de bajarên rojhilatê Kurdistanê, li gelek deverên Îranê çalakî hatin lidarxistin û hêj didomin. Li bajarê Dîvandareyê di encama êrişa çekdarî ya hêzên rejîmê de, ji çalakvanan Fûad Ghadîmî bi giran birîndar bûbû. Hat zanîn ku Ghadîmî di saetên serê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Li gorî Hengaw’ê; Fûad Ghadîmî ev 3 roj bûn li Nexweşxaneya Kausarê di komayê de bû.    HEJMAR DERKET 6 KESAN   Her wiha li gorî daneyên dawî yên Hengawê; di encama êrişên rejîma Îranê de heta niha herî kêm 6 welatî hatine qetilkirin.