Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin 2022-09-21 11:46:52   COLEMÊRG - Artêşa tirk di çarçoveya operasyona leşkerî ya li Geverê de li gundê Memkavayê 10 û li gundê Darê jî kesek binçav kiribûn. Ji binçavkiriyan 10 jê hatin berdan û Esat Çakmak jî ev sê roj in rastî îşkenceyeke giran tê û hê di bin çavan de ye.    Artêşa tirk di 18’ê îlonê di saetên serê sibehê de li gundên Darê, Memkava, Nêbarê û Kaport ên girêdayî Gever a Colemêrgê operasyona leşkerî da destpêkirin. Di dema operasyonê de li zozanên Kaport û Memkavayê di navbera artêşa tirk û HPG/YJA Starê de pevçûn derket. Pevçûn bi saetan domiya. Piştî pevçûnan jî leşkeran bi ser gundê Memkavayê de girt, şêniyên gund ji malên wan derxistin û di malan de lêgerîn kirin. Di dema serdegirtinê de 10 kesên ji malbata Ozkaplan hatin binçavkirin û şandin Midûriyeta Emniyetê ya Geverê. Her wiha li gundê Darê jî welatiyê bi navê Esat Çakmak hat binçavkirin.    10 BINÇAVKIRYÊN MEVKAYÊ HATIN BERDAN   Piştî bidawîbûna qedexeya hevdîtinê, parêzer çûn hevdîtina binçavkiriyan. Hat zanîn ku welatiyên bi navên Zenûre Ozkaplan, Zîna Ozkaplan, Adîle Ozkaplan, Jiyan Ozkaplan û Îlham Ozkaplan û 4 welatiyên din piştî kar û barên îfadegirtinê yên li midûriyeta emniyetê, di saetên êvarê yên 19’ê îlonê de hatin berdan. Xwediyê malê Osman Ozkaplan jî sewqî dozgeriyê hat kirin û bi şertê kontrola edlî hat berdan. Hat zanîn ku Çakmak jî ji roja hatiye binçavkirin heta niha rastî îşkenceyeke giran hatiye û hêj di bin çavan de ye.    SÎXÛRTÎ LI GUNDIYAN FERZ KIRIN   Şêniyên ku di êvara 19’ê îlonê de li emniyetê hatin berdan, di heman şevê de ji hêla leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Harûnayê ve hatin binçavkirin. Hat zanîn ku leşkeran sîxûrtî li şêniyan ferz kiriye û jê xwestin ku heke li gund bûyerek biqewime, alîkariyê bidin leşkeran. Bi saetan piştî binçavkirinê, şêniyên gund dîsa hatin berdan.