Mayinê destekî wî jê kir 2022-09-21 09:08:15   ŞIRNEX - Şivan Zekeriya Şengoz ku bi teqîna cîsmekî bi giranî birîndar bû û destek wî jê bû anî ziman ku 10 sal in li wê herêmê şivantiyê dike û got: "Ev cara ewil e rastî bûyereke wiha têm."    Li zozana Marûnis ya girêdayî Colemêrgê duh na pêr şivanê bi navê Zekeriya Şengoz ê 20 salî dema pezê xwe diçerand, du cismên li erdê dîtibûn pê teqiyabûn û bi giranî birîndar bûbû. Malbat piştî bi bûyerê hesiyabû Şengoz rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. Lê ji ber ku rewşa Şengoz giran bû bi ambulansa helîkopterî sewqî Nexweşxaneya Dewlet a Şirnexê hatibû kirin. Şengoz di teqînê de ji destê xwe û her du çavên xwe birîndar bûbû. Destê rastê yê Şengoz li cihê bûyerê jê bûbû. Her wiha di teqînê de gelek pezê wî jî birîndar bûbûn. Şengoz der barê bûyerê de axivî.   'CARA EWIL E RASTÎ TIŞTEKÎ WIHA TÊM'   Şengoz diyar kir ku bi salan e li wê heremê şivantiyê dike, lê cara ewil e ku rastî bûyereke wiha tê û wiha got: "Duh êvarî me pez anî cihekî da sekinandin. Piştre jî me xwarina xwe xwar. Em du saetan razan û piştre jî rabûn çûn. Dema em çûn, em li noqteyeke din dîsa sekinîn. Dema min pezê xwe kom kir, di wê gavê de min mayin dît. Min nizanibû ku mayin e. 2 mayin li wir hebûn. Yek derdora wê girtîbû û yek jî bipîl bû. Gava min rakirinê di destê min de teqiya. Piştî ku ez ketim erdê ya ditir jî teqiya. Hevalê min ê şivan bang li malbata min kir û bi hawara min de hatin. Wan ez anîm Elkê û ji wir jî ez birim Nexweşxaneya Şirnexê. Ev deh sal in em koçer diçin wê derê pezê xwe diçerînin, lê cara ewil e ku tiştekî wiha çêdibe. Me tu caran tiştekî wiha nedîtiye."   DESTÊ WÎ JÊ BÛ   Şengoz wiha axivî: "Niha destê min ê rastê tune ye û yê dîtir jî birîndar e. Laşê min û çavê min jî zirar dîtine. Li Nexweşxaneya Elkê leşker û polîs hatin îfadeyê min standin. Ji min re gotin bûyer çawa çêbûye. Min jî tişta ku hatiye serê min ji wan re got. Min ji wan re got 2 mayin bûn û her du jî bi min teqiyane. Di teqîna ewil de destê min jê bû. Her wiha hin pezê me jî di vê teqînê de birîndar bûn. Min ji pezê xwe hez dikir, lê ew jî û destê min jî çû."     MA / Zeynep Dûrgût