Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike 2022-09-21 09:05:59   WAN - Zarokê 12 salî H.E. ku li Elbakê di dema teqîna cismekî leşkerî de destê wî yê rastê jê bû û çavekî wî kor bûbû, diyar kir ku ew destê xwe dixwaze.    Zarokê 12 salî H.E. ku li gundê Kiratî yê navçeya Elbak a Wanê di teqîna cismekî leşkerî de bi giranî birîndar bûbû, ji Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê tabûrcî bû. Dê dermankirina H.E. ku ji ber teqînê destê wî yê rastê jê bûye, qismek serê wî bi giranî birîndar bûye û çavekî wî kor bûye, ji ber parçeyên şarapnelê yên di laşê wî de dê 3 mehên din jî bê dermankirin.      ‘EZ DESTÊ XWE DIXWAZIM'   H.E. ku tiştên hatine serê wî bi pir nayên bîra wî wiha got: “Me nizanibû ku li wir mayin heye. Serê sibê min pez bir mêrgê. Wekî din tu tişt nayê bîra min." H.E. diyar kir ku tekane xwesteka wî destê wî ye û ji bo alîkariyê bang kir.    ‘LEŞKERAN ALÎKARÎ NEKIR'   Hatem E. ku jii bo dermankirina neviyê xwe li navenda bajêr xanî kirê kiriye behsa roja teqînê kir. Hatem E. ev tişt gotin: “Keya telefonî me kir û got ku teqînek çêbûye. Em bi lez û bez derketin derve û em çûn cihê bûyerê. Yên ku çûne wir dîtine ku neviyê min li erdê di nava xwînê de bûye. Me got qey miriye. Ji ber ku gelek xwîn jê çûye kesî ew li pişta xwe nekiriye. Di wê navberê de dayika wî şara xwe li ba kiriye û doza alîkariyê li eskeran kiriye û xwestiye wesayîtekê bişînin. Lê eskeran guh lê nekiriye. Paşê ên çûne wir, neviyê min li pişta xwe kirin û ew anîn gund. Ji wir jî birin Elbakê.”   MAYIN   Hatem E., anî ziman ku rewşa neviyê wî ber bi başbûnê ve diçe û wiha got: “Serê wî û zikê wî tim diêşe. Dewsa birînên destê wî yê jêkirî dixwirê. Her tim ji min dipirse ‘Destê min li ku ye?’ û digirî. Tekane xwesteka me, destê wî baş bê dermankirin. Rewşa me ya aborî ne baş e, em nikarin tiştekî jê re bikin. Dê û bavê wî ji bêgavî li gund dimînin. Ger pereyên me hebûya, em ne di vî halî de bûna. Li gundê me mayin tune bûn. Hemû gundî dizanin ku ev mayin nû hatine danîn."   ÇI QEWIMÎBÛ?   Li gundê Kiratî yê navçeya Elbakê ya Wanê bi teqîna cismekî eskerî zarokê 12 salî H.E. bi giranî birîndar bûbû. Çendî gundiyan bag kiribû jî eskeran guh li wan nekiribû û H.E. bi wesayîtê nebiribûn nexweşxaneyê. Ji ber vê gundiyan H.E. dabûn pişta xwe û ew biribûn gund. Piştî bûyerê Qereqola Cendirmeyan a Gullukê têkildarî cihê bûyerê zabitname amade kiribû. Di zabitnameyê de hatibû îdiakirin ku kameraya qereqolê kêliya ku teqîn çêbûye dîmenên bûyerê negirtine û cihê bûyer lê qewimiye herêmeke qedexe ya eskerî ye û tabela li wir hebûye ku ew erazî bimayin e. Lê belê derketibû holê ku îdiayên navborî ne rast in. Parêzerên malbata H.E. jî giliyê berpirsan kiribûn.   MA / Adnan Bîlen