Fînala Tûrnûvaya Kemal Kûrkût: Ciwan dê di hilbijartinê de golê bavêjin desthilatê 2022-09-20 23:52:52   ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku di maça fînalê ya Tûrnûvaya Kemal Kûrkût de axivî, diyar kir ku dê ciwan dîrokê binivîsin û got: "Di hilbijartinê goleke wisa bavêjin vê desthilatê ku bila orta kaleyê keve."    Li navçeya Silopiya ya Şirnexê maça fînalê ya 3'yemîn Tûrnûvaya Futbolê ya Kemal Kûrkût a ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve tê lidarxistin, hat listın. Maça fînalê li Tesîsên Sporê yên Şaredariya Silopiyayê hat lîstin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindır, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, Berdevka Meclîsa Ciwanan Dersim Dag, parlamenterên Şirnexê Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Hasan  Ozguneş û bi hezar kes maçê temaşe kir.   Beriya fînalê Bûldan û Bayindir tevî gel govend gerandin.    Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabûha Akdag ku got "Em spasiya gelê Botanê dkin ku di tûrnûvayê de em bi tenê nehiştin dikin" serkeftin ji tîmên fînalê re xwest.    Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan jî diyar kir ku armanca sereke ya tûrnûvayê rabûna wê ya li ber tiryakê ye û got: “Em malavayiya kesên kesên beşdarî tûrnûvayê bûne û piştgirî danê dikin."   ‘EM Ê LI BER XWE BIDIN'   Berdevka Meclîsa Ciwanan Dersim Dag jî anî ziman ku tevî hemû astengiyan jî niha fînala tûrnûvayê li dar dixin û wiha got: “Bi hezaran Kemal û Rozerîn, xwedî li nirxên xwe derdikevin. Ciwan wê li dijî hemû êrîşên faşîzmê li ber xwe bidin. Yên ku heta niha li ber xwe dane bi ser ketine. Wê ciwan li ber xwe bidin, serketinê bi dest bixin, faşîzma ku îcrakarê şerê taybet e, wê bê rûxandin. Em ciwan dê li ber xwe bidin, teqez em ê bi ser bikevin."   BAYINDIR: CIWAN DÊ AZADIYÊ BÎNIN   Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir got: “Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê tûrnûva li dar xistin. Peyamek mezin didin. Ev desthilatdariya faşîst bi polîtîkayên qirêj dixwaze pêşeroja gelan xera bike. Botan xwedî li ciwanên xwe derdikeve, gelê kurd wê xwedî li ciwanên xwe derkeve. Me ev ruh careke din li Botanê dît. Ciwan pêşengên civakê ne. 40 sal in em li ber xwe didin. Bingeha vê têkoşînê ciwan in. Ciwan pêşengiya têkoşîna azadiyê dikin. Hindik ma ciwan û jin azadiyê bînin. Teqez em ê bi ser bikevin.”   BÛLDAN: CIWAN DÊ DÎROKÊ BINIVÎSÎN   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldanê jî got: "Ciwanên delal, xwe amade bikin, hilbijartin tê. Di hilbijartinan de goleke wisa bavêjin vê desthilatê ku bila orta kaleyê keve. Di hilbijartinan de dîrokek wisa binivîsin ku ji bo AKP’ê bibe dersek û ji bo AKP’ê bibe derd. Ez bawer dikim ku wê ciwan di vê serdemê de dîrokê binivîsîn. Kesên ku niha fikrên ciwanan ji nedîtî ve tên, yên ku fikrên wan ji nedîtî ve tên, wê biçin ber deriyê ciwanan ji bo dengên wan û wê doza dengên wan bikin. Lê ciwan dizanin wê ji AKP'ê re bibêjin çi. Wan ciwantiyeke ku ji ber betaliyê perîşan bûyî afirandin. Şerên ku ciwanan dikuje afirandin. Ciwanan mehkûmî xizanî, birçîbûn û sefaletê kirin. Bila zanibin ku ciwan ne mehkûmê AKP'ê ne, ne mecbûrê wê ne."   Piştî axaftinan şahî bi konsera Kasim Taşdogan dewam kir.    Di fînalê de Zagros Spor û Floria Giyim Spor bi hev re lîstin.