Hunermend Çat ê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan 2022-09-20 23:15:55   AYDIN - Hunermend Kadîr Çat ku dema di civîna gel a HDP'ê de stran digotin hatibû binçavkirin, serbest hat berdan.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li navçeya Efeler a Aydinê şahiya gel li dar xist. Di şahiya gel de Hunermend Kadîr Çat derket ser dikê û ji ber ku bi Kurdî stran got, hate binçavkirin. Çat dema ku ji ser dikê hate xwarê, hate destgîrkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Aydinê. Hat diyarkirin ku Çat bi fermana dozger hatiye binçavkirin.  Hat zanîn ku beriya Çat derkeve ser dikê, komek polîsên sivîl hatine gel û gefa “Tu stranên siyasî nabêjî ne wisan? Eger tu strana Kemal Pîr bibêjî, wê ji bo te ne baş be” lê xwarine.