Têkildarî girtiyê di çalakiya grevê de geşedaneke nû 2022-09-20 17:00:12   DENÎZLÎ - Ekîm Polat ê ji bo mafê tedawiyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên zêde bûn navber dayê. Dayik Songul Îlker, diyar kir ku Wezareta Dadê ji bo tedawiya kurê wê bê destpêkirin nivîsek şandiye girtîgehê.    Ekîm Polat (24) ê di Gîrtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê tê ragirtin ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên weke nexweşiyên dil, tansiyona bilind di roja 41’emîn de navber da çalakiya xwe ya ji bo mafê tedawiyê daye destpêkirin. Li aliyê din hat destnîşankirin ku ji bo tedawiya Ekîm Polat were destpêkirin Wezareta Dadê nivîsek ji girtîgehê re şandiye.    Songul Îlker a îro bi kurê xwe re hevdîtina girtî pêk anî destnîşan kir ku di nava hefteya dawî de kurê wê du caran ji ber nexweşiya dil rakirine nexweşxaneyê. Îlker, ragihand ku Wezaretê ji bo tedawiya kurê wê bê kirin nivîs ji girtîgehê re şandiye û anî ziman ku ew bi xwe jî li pêşiya girtîgehê çalakiya xwe didomîne û wiha axivî: “Kurê min êdi nikare bi van nexweşiyan re bijî. Ew jî baş dizanin ku tedawiya wî di girtîgehê de nayê pêkanîn. Midurê Girtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê têkildarî pêşniyarpirsa ku parlamenterên HDP’î dane ji Ekîm re gotiye ‘wekîlên te bi dayîna pêşniyarpirsê serê min xist belayê’. Greva birçîbûnê ya Ekîm, çalakiya ku ez li pêşiya girtîgehê dikim û pêşniyarpirsên ku serê midurê girtîgehê êşandin, bertekên cemaweriyê encam girtin. Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku piştgirî dane me dikim. Esas ji bo tedawîbûna kurê min hewcehî bi van nebû lê mixabin li vî welatî ji bo mafê tedawiyê jî divê em têbikoşin.”   Îlker, anî ziman ku ji bo tedawiya kurê wê bê destpêkirin dê bi parêzerê wî re bikevin nav liv û tevgerê.