Li Êlihê qeza çêbû: 12 kes birîndar bûn 2022-09-20 16:31:14   ÊLIH - Li Êlihê otomobîlekê li wesayîta ku karkerên tekstîlê tê de bûn da, di encama qezayê de 12 kes birîndar bûn.    Otomobîlekê bi piştê ve li mînîbusa ku karkerên tekstîlê yên li Herêma Senayî ya Organîze ya navçeya Qûbîn a Êlihê dixebitîn tê de bûn da. Di encama qezayê de 12 kesên di wesayîtê de birîndar bûn. Li ser kesên derdorê agahdar kirin gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê piştî mudaxileya ewil birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Têkildarî qezayê lêkolîn hate destpêkirin.