Îhaleya firotina taxê hate betalkirin 2022-09-20 13:35:45   AMED - Îhaleya firotina taxa Fabrîkayê ku qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê dabû destpêkirin ji ber kes tev li nebû hate betalkirin.    Îhaleya firotina taxa Fabrîkayê (Îplîk) ya Şaredariya Yenîşehîra ku di bin rêveberiya qeyûm de ye dabû destpêkirin hate betalkirin. Îhaleya ku di avahiyê şaredariyê de hatiye çêkirin ji ber kes tev li nebû hate betalkirin. Komeke qelebalix a li pêşiya şaredariyê kom bûbû, piştî ku îhale hate betalkirin belav bû.    ÇI QEWIMÎBÛ?   Qeyûmê Şaredariyê Yenîşehîrê taxa li pêşiya avahiyê şaredariyê ya nêzî 400 xanî û mizgeftek jî tê de ye, dabû ber firotinê. Şaredarî biryara vê firotinê spartibû biryara 17’ê cotmeha 2021’an a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya “Qada Pêşxistin û Vegûherîna Bajêr ya Taxa Dokûzçeltîkê. Odeya Avahîsazên Amedê, ji bo betalkirina biryara îhaleyê serî li 3’yemîn Dadgeha Îdarî ya Amedê dabû.