Polîsê ku li parêzer qelibandiye bi rapora 'hişê wî ne li serê wî ye' hatiye berdan 2022-09-20 09:06:58   ŞIRNEX - Cîgirê qomîsêr ku wesayîta xwe li parêzer Serkan Karakaş da bû, bi rapora "hişê wî ne li serê wî ye" hatiye berdan.    Polîs Sirri Erdogan ku di 10'ê nîsanê de li Şirnexê bi wesayîta xwe li parêzer Serkan Karakaş dabû û bi giranî birîndar kiribû, mehek berê hatibû berdan. Derket holê ku polîs Erdogan ji Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn a Xarpêtê rapora "hişê wî ne li serê wî ye" wergirtiye û bi vê raporê hatiye berdan.    Parêzerê Karakaş li ber vê biryarê rabûne. Piştî îtiraza parêzeran, 4'emîn Daîreya Îhtisasê ya Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê jî destnîşan kir ku "hişê" Erdogan li serê wî ye. Her wiha di rapora Şaxa Midûrtiya ATK'ê ya Şirnexê de ku di dema bûyerê de hatibû amadekirin, hatibû tespîtkirin ku hişê wî li serê wî ye.    Her wiha di îdianameyê de jî dozger derpêş kiribû ku armanca bersûc ne kuştin bûye û gotiye ku ji lewre Erdogan li cihê bûyerê ji wesayîta xwe daketiye û ji ber ku bûye sedema birîndarkirinê pêdivî bi vekirina doza cemaweriyê tune ye.    Saziya Tiba Edlî jî di rapora xwe de rapora nexweşxaneyê li derewê qelibandiye û gotiye hişê Erdogan li sera ye û tê de tu şopeke psîkopataolojiyê nehatiye dîtin.    MA / Dilgeş Rûvanas