Girtiyê nexweş Hadî Ozer li benda biryara ATK'ê ye 2022-09-20 09:05:08 WAN- Parêzer Dîlan Kûnt Ayan da zanîn ku ji bo serbestberdana girtiyê nexweş Hadî Ozer li benda destpêkirina pêvajoya ATK'ê ne û bal kişand ser nêzîkatiya li girtiyên siyasî: "Em li bendê ne ku ev bêhiqûqîtî bi dawî bibe."   Li navçeya Artemêtan a Wanê di 24'ê tîrrmeha 2018'an de Makbûle Ozer a 80 salî û hevjînê wê Hadî Ozer (79) hatibûn binçavkirin. Paşê der barê her du Ozeran de bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" doz hatibû vekirin û 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn. Piştî cezayê wan hatibû erêkirin di 9'ê gulanê de hatibûn girtin û ew şandibûn Girtîgeha Wanê. Makbûle Ozer ku rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bûbû, di 7'ê îlonê de cezayê lê hatibû birîn salekê hatibû taloqkirin û hatibû berdan.   Hadî Ozer ku gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene û tenduristiya wî nebaş e, hê jî girtiye.   Parêzer Dîlan Kûnt Ayan destnîşan kir ku piştî Dadgeha Bilind cezayê Ozeran erê kiriye, ji bo taloqkirina ceza yan jî înfazê serî li Rapora Desteya Tenduristiyê dane û wiha got: "Me ji bo Hadî û Makbûle Ozer rapora desteya tenduristiyê wergirt. Bi vê raporê me serî li dadgeriya înfazê da ji bo taloqkirina ceza. Lê dadgeriya înfazê ji ber ku wê gavê her du Ozer neketibûn girtîgehê serlêdana me red kir. Lê belê dadgeriyê ji bo Makbûle Ozer got, encax bi raporeke desteya tenduristiyê cezayê wê bê taloqkirin. Ji bo Hadî Ozer jî biryar da ku 'biryardayîn ne pêkan e.' Lê belê biryara ku berê hatibû dayin, biryara beriya girtinê bû. Anku tişta me fêm kir bêyî daxwaza me bê xwendin biryar hatiye dayin."    Ayan bilêv kir ku piştî biryara dadgeriya înfazê serî li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê dane lê dadgeha cezayên giran jî îtiraza wan red kiriye û wiha domand: "Vê carê me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da û me doza tedbîrê kir. Lê AYM'ê daxwaza ji bo tevdîrê red kir û ji bo Hadî Ozer wekî hincet jî got 'niha li girtîgehê tê dermankirin, rapora wî ji sedî 33 ye û hê 70 salî ye. Di rapora wî de jî kifş e ku dikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.' Lê belê çendî AYM'ê daxwaza me ya ji bo Makbûle Ozerê red kiribe jî, ATK'ê ceza taloq kir. Piştî biryara AYM'ê girtîgehê rewşa Hadî Ozer ji desteya tenduristiyê re şand. Lê desteya tenduristiyê jî rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' da."   ‘EM LI BENDA PÊVAJOYA ATK'Ê NE'   Bi domdarî Ayan ev tişt anî ziman: "Em niha ji bo Hadî Ozer li benda pêvajoya ATK'ê ne. Ew pêvajo hê dest pê nekiriye. Mixabin ev pêvajo pir hêdî tê meşandin. Bi taybetî jî ji bo girtiyên nexweş."    Ayan destnîşan kir ku ew li bendê ne ku demildest bêhiqûqiya li Tirkiyeyê bi dawî bibe.