Cenazeyê girtî Keve yê jiyana xwe ji dest da hat veşartin 2022-09-19 22:47:45   WAN - Cenazeyê Bariş Keve ku li Girtîgeha Akçadag a Meletiyê ya Tîpa T'yê di hucreyeke yekkesî de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin.    Cenazeyê Bariş Keve ku duh li Girtîgeha Akçadag a Meletiyê ya Tîpa T'yê di hucreyeke yekkesî de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Navendê ya navçeya Şaxê ya Wanê hat veşartin.    Rêvebirên HDP'a Wanê û navçeyê, rêvebirên TÛHAY-DER, rêvebirên DBP'a Wanê û navçeyê, TJA, rêvebirên MEBYA-DER û ARSÎSA'yê jî di nav de bi sedan kes tevli merasîma cenaze bûn.    Girse ku guh li astengiyên polîsan nekir û meşiya, tim dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kir.