Ji bo çûyîna Îmraliyê ji Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur 756 parêzeran serlêdan kir 2022-09-19 15:36:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku bi mebesta hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, ji Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur 756 parêzeran serlêdan kiriye. Înîsiyatîfa Qanûnî ya Erebî Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan jî têkildarî serlêdanê daxuyanî da û da zanîn ku wan ji bo hevdîtina bi Ocalan re ev xebat daye destpêkirin û dê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan xebatên xwe bidomînin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê sibata sala 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin. Ji Fas, Filistîn, Herêma Federal a Kurdistanê, Iraq, Lubnan, Misr, Rojava, Sûriye û Urdunê bi giştî 756 parêzeran bi mebesta hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, serî li Wezareta Edaletê dan.    Têkildarî mijarê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser hesaba xwe ya Twîtterê agahî parve kirin û wiha got: “Hempîşeyên me xwestin li Silêmaniyeyê daxuyanî bidin lê ji hêla hêzên asayîşê ve hatin astengkirin. Ev mînak nîşan dide ku tecrîd mijareke navneteweyî ye û hewcehiya bi têkoşîna li dijî wê radixe ber çavan. Em spasiya hemû hempîşeyên xwe dikin ku bi nivîskî û li pêş çapemeniyê daxuyaniyên xwe dan û gotin; fikr û felsefeya birêz Ocalan sînorên Kurdistanê derbas kiriye, xwedî hêza çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn in û divê tecrîd bê têkbirin û Ocalan azad bibe.”   Înîsiyatîfa Qanûnî ya Erebî Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan jî têkildarî serlêdana xwe daxuyaniyek da. Daxuyaniya înîsiyatîfê wiha ye:   “Zêdetirî 24 sal in birêz Abdullah Ocalan di hucreyeke yek kesî de li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Ji Ev bû du sal jî dewleta tirk ji her alî ve li birêz Ocalan tecrîdê ferz dike û bi hincetên dûrî rastiyê hevdîtina bi parêzer û endamên malbata wî re lê qedexe dike. Wekî komeke parêzerên ji gelek dewletên ereban (Misr, Lubnan, Urdun) û gelek dewletên din em rewşa birêz Abdullah Ocalan ji nêz ve dişopînin, em ji ber rewşa wî ya tenduristî û hiqûqî bifikar in. Li ser vê yekê, wekî parêzerên ereb em kom bûn û piştî nîqaşên demdirêj, em gihiştin wê qenaetê ku divê em birêz Abdullah Ocalan biparêzin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bixebitin. Birêz Abdullah Ocalan bi felsefe û nêrînên xwe sînorên Kurdistanê derbas kir û êdî ev felsefeya ku pêşkêş kiriye bûye yek ji girîngtirîn çareseriyên ku dikare ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê dûrî destwerdanên derve, sûd jê bê wergirtin.   ME PÊWÎSTÎ BI HEWLDANEKE WIHA DÎT   Ji bo vê yekê; komeke parêzerên ereb pêwîstî pê dît ku ji bo parastina birêz Ocalan û hevalên wî yên din ên li heman giravê tên ragirtin, bikevin nava tevgerê. Ev yek ji bingeha girêdana me ya mirovî pêk hat ku ji aliyekî ve azadî û alîgiriya têkoşerên ji bo azadiya gelên xwe li me ferz dike, ji aliyê din ve jî dilsoziya bi têkiliyên dîrokî yên xurt ên gelên kurd-ereb re li me ferz dike. Her wiha ji bo beşdarbûna şerê welatê me yê li hemberî rejîma faşîst a hikûmeta Tirkiyeyê ku piştgiriyê dide komên terorê da ku îstiqrara welatê me têk bibin. Ev hikûmete ye ku çeteyan li ser sînorên me kom dikin û gefan li siberoj, jiyan û ewlehiya hemwelatiyên me dixwin, her wiha jehrên xwe yên ragihandinê ji bo êrişkariya li dijî welatê me têxe dewrê.    REJÎMA DESPOT HEMÛ MAFAN BINPÊ DIKE    Her wiha gelek biryarên qanûnî yên berê hene ku dê alîkariyê bidin doza me ya rewa ku dikeve asta mafên mirovan ên sereke. Mebesta me li vir hejmareke hûkmên zagonî ne yên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derxistine, binpêkirina mafên girtiyan ji aliyê hêzên ewlehiyê û delweta tirk ve bi taybet mafên derbirandinê, azadiya nêrînê û gelek biryarên qanûnî yên berê yên ku tekez dikin ku ev rejîma despot mafên mirovan û hemû rengên azadiyan binpê dikin û ev jî rêbezeke ku dê înîsiyatîf bi kar bîne.   EM ALÎGIRÊN BERDANA BIRÊZ OCALAN IN    Dê Înîsiyatîfa Qanûnî ya Erebî Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan ji bo nasandina felsefeya Rêber Ocalan kar bike, dê bang li parêzerên ereb ên ji dewletên ereban ên din jî bike ku tev li vê înîsiyatîfê bibin û bi hev re ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan kar bikin. Piştî ev dema dirêj ji azaran, nexweşî û tecrîdê, di hucreya yek kesî de tê ragirtin û ji hemû mafên xwe yên jiyanê û peywendiya bi gelê xwe û parêzerên xwe re hatiye bêparhiştin. Em alîgirên li dor daxwaza adil a serbestberdana wî kom bikin.    Ma parêzeran li ser vî esasî ji meha borî ve serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê da ku biçin Îmraliyê û bi miwekîlê xwe birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, ji rewşa wî ya tenduristiyê haydar bibin û ji bo parastin û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kar bikin.   Înîsiyatîfa Qanûnî ya Erebî Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan.”   JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ 44 PARÊZERAN SERLÊDAN KIR   Bi heman mebestê li başûrê Kurdistanê jî kampanya hat destpêkirin. Komîteya amadekar a kampanyayê li pêşiya Dadgeha Silêmaniyeyê kom bû û xwest daxuyaniyê bide. Lê belê hêzên asayîşê nehiştin ku parêzer daxuyaniyê bidin.    Li gorî komîteyê; ji herêmên cuda yên başûrê Kurdistanê bi giştî 44 parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirine.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 14’ê îlonê de ji 22 welatan 385 parêzeran bi mebesta hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Edaletê dabûn û têkildarî mijarê li Brukselê daxuyanî dabûn. Di serlêdanê de ji bo sepanên li Îmraliyê pênaseya “tecrîdeke taybet a cihêkar” hatibû kirin.