Derbarê polîsê parêzer birîndar kir de îdianame hate amadekirin 2022-09-19 14:20:40   ŞIRNEX - Derbarê cîgirê komîser ê bi wesayîta xwe bi zanebûn li parêzer Serkan Karakaş dabû, ji sûcê “birîndarkirina bizanebûn” îdianame hate amadekirin û ji aliyê Dadgeha Ceza ya Asliye ve hate qebûlkirin.    Derbarê polîs Sirri Erdogan ê di 10’ê nîsanê de bi wesayîta xwe bi zanebûn li parêzer Serkan Karakaş dabû de îdianame hate amadekirin. Hate hînbûn ku Sirri Erdogan ê li Miduriyeta Şaxa Hêzên Çevîk a Miduriyeta Polîsan a Şirnexê weke cîgirê komîser dixebite, beriya 29 rojan hatiye berdan.    Baroya Şirnexê têkildarî mijarê daxuyaniyeke wiha da: “Di encama lêdana wesayîtê ya li dijî Serokê Navenda Mafên Parêzeran ê Baroya me parêzer Serkan Karakaş de, di encama hewldanên bilind ên hempîşeyên me yên di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de delîlên destpêkê yên têkildarî bûyerê hatin komkirin û radestî dosyayê hatin kirin û di encama lêpirsînê de gumanbar bi sûcê 'hewldana kuştinê ya bi zanebûn' hat girtin.  Bêyî ku li benda encama rapora ATK’ê ya Stenbolê bisekine û bêyî ku daxwazên nûnerên gilîkar ên ji bo berhevkirina delîlan li ber çavan bê girtin, tevî ku gumanbar bi zanebûn ev kiryar kiriye jî, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Komarê ve îdîanameya ‘birîndarkirina bi zanebûn’ hat amadekirin û îdîaname ji aliyê Dadgeha Asliye Ceza ya Şirnexê ve hat qebûlkirin.”   BERSÛC HATE BERDAN   Bersûc bi biryara bergiriya şertê kontrola edlî ya bi navê “Divê ji mala xwe dernekeve” hate berdan. Îtîrazên ji aliyê baro û parêzeran ve hatine kirin dozgeriyê red kirin.    Baroya Şirnexê di daxuyaniya xwe de ji bo danişîna di 7’ê cotmehê de li Dadgeha Danişîna Cezayê Asliye ya Şirnexê bê dîtin, banga tev li bûnê kir.