Ji bo cenazeyê Keve yê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da ambûlans nehate dayîn 2022-09-19 12:57:30   MELETÎ - Ambûlans nedan malbata Bariş Keve ku bi awayekî biguman di hucreya yek kesî ya Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê de dihate ragirtin, a ji bo wergirtina cenaze çûn Meletiyê.    Cenazeyê Bariş Keve (25) ku bi awayekî biguman di hucreya yek kesî ya Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê de dihate ragirtin, ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin. Malbata ku agahiya mirina Keve wergirtin di seatên şevê de bi parêzerên xwe re çûn ber Saziya Tiba Edlî (ATK) ya cenaze ji bo otopsiyê rakirinê. Piştî dozger di saetên serê sibê de tev li bû kirariyên otopsiyê hatin kirin. Piştî kirariyên otopsiyê cenaze radestî malbatê hate kirin.    AMBÛLANS NEDAN   Tevî ku ji aliyê ATK’ê ve hat gotin ku ji bo veguhestina cenaze wê sibehê ambulans ji malbatê re bê dayîn jî piştî polîs li ber derî kom bûn, ambûlans nedan.    Malbat bi wesayîteke taybet ku wan girtî bû cenaze teslîm girt û ji bo cenaze li navenda navçeya Şaxa Wanê veşêrin bi rê ketin.   ÇI QEWIMÎ BÛ?   Rêveberiya girtîgehê ku duh saet di 22.00’yan de li malbata Keve ya li navçeya Şaxê ya Wanê dijîn geriya, diyar kir ku Bariş Keve întîhar kiriye. Li ser agahiya mirina Bariş Keve malbata wî ji navçeya Şaxê ber bi Meletiyê ve bi rê ket.     Kekê Keve, Îlkkan Keve yê em bi telefonê pê re axivîn, diyar kir ku bi Bariş Keve re herî dawî di 16’ê îlonê roja înê de bi telefonê pê re axivîne û rewşeke neyînî hîs nekirine.     Keve yê derbarê wî de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hebû, li Edîrneyê hatibû binçavkirin û girtin. Hate hînbûn ku Keve yê beriya 5 rojan bi 5 girtiyan re sewqî Girtîgeha Akçadag a Meletiyê hatiye kirin, hefteyeke bi hinceta “sûcên dîsîplînê” di hucreya yek kesî de dihate ragirtin.