Li Hezexê rêza ‘xizaniyê’ 2022-09-19 10:56:43 ŞIRNEX - Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî bi mebesta “alîkariya bi xizanan re” ragihandibû ku li Hezexê dê alîkariya 500 TL’an bide. Ji bo wergirtina vê “alîkariyê”, ji saetên serê sibehê ve li pêşiya avahiya Qeymeqamtiya Hezexê rêza dirêj çêbûn.    Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî ragihandibû ku dê bi mebesta “alîkariya” bi xizanan re 500 TL’an belav bike. Li ser vê yekê ji saetên serê sibehê ve li pêşiya avahiya Qeymeqamtiya Hezex a Şirnexê rêzên dirêj çêbûn.    Ji ber alîkariya di bin navê “alîkariya bi xizanan re” her meh tê kirin, heman dîmen derdikevin holê.