‘Hevdîtina bi Ocalan re daxwaza raya giştî ya demokratîk e’ 2022-09-19 09:05:46   STENBOL - Parêzer Eylem Arzû Kayaoglû, bal kişand ku ji bo hawira şer bi dawî bibe divê ji hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re rê bên vekirin û destnîşan kir ku ev daxwaza raya giştî ya demokratîk e.    Buroya Hiqûqê ya Asrinê piştî ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girava Îmraliyê tên ragirtin 18 meh in agahî jê nayên girtin, di 9’ê îlonê de serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) da. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku şert û mercên “incommunicado” ku tê wateya bêragihandina mutleq û rîska her cure îxlalan dewam dike û qedexeya îşkenceyê li Girava Îmraliyê bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin û der barê geşedanên di navbera nîsan û tebaxa 2022’yan de agahî dan CPT’yê.    Parêzeran her wiha destnîşan kirin ku redkirina hevdîtina Abdûllah Ocalan a bi parêzer, malbat û wasiyê wî re li dijî qedexeyea îşkenceyê ye. Di serlêdanê de hate bibîrxistin ku di 10’ê hezîranê de 775 parêzerên ku di navbera wan de 29 baro hebûn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Îdariya Girtîgeha Îmraliyê dane ku “bi lezgînî hevdîtin bên kirin” û tevî gelek wext derbas bûye jî tu bersiv nehatine dayîn.   Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û endama Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Eylem Arzû Kayaoglû, têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din û serlêdana ku kiribûn de nirxandin kirin.    CEZAYÊN ‘DISÎPLÎNÊ’ TÊN VEŞARTIN   Kayaoglû, bibîr xist ku di nîsana 2021'an de têkiliya dawî ya bi Abdullah Ocalan re axaftina bi telefoneke qutbûyî bû û anî ziman ku ji wê demê ve tu têkilî nehatiye danîn û şert û mercên tecrîda giran bê navber dewam dikin. Kayaoglû diyar kir ku parêzer her hefte ji bo ku bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtinê bikin bi rêk û pêk serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Dadgeriya Înfazê ya Ceza ya Îmraliyê didin lê ev serlêdan bi hinceta 'cezayên disîplînê' tên redkirin û wiha got: “Hinceta biryarên tên redkirin jî li ser îtîrazan tê hînbûn. Pêkanîn û teqezbûna van cezayên dîsîplînê, bi pêkanîneke 'mîna korsanan' ji parêzerên wî re tê veşartin.”    TEVÎ SERLÊDANAN JÎ CPT BÊDENG E   Kayaoglû, bi lêv kir ku serlêdanên li CPT’yê tên kirin bê bersiv tên hiştin û wiha berdewam kir: “CPT ne mekanîzmayeke darazê ku weke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), dadgeha herêmî an jî Dadgeha Destûra Bilind rast e rast biryara binpêkirina mafan bide ye lê ji aliyê navnetewîbûnê re girîng e. Ji bo welatên ku endamên Konseya Ewropayê ne jî xwedî cihekî gelek girîng e. Li gorî me tişta li vir bê kirin divê CPT li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berpirsyartiya dikeve li ser milê wê pêk bîne.”   YEKANE CIHÊ KU QEDEXEYA HEVDÎTINÊ TÊ DAYÎN   Kayaoglû, bi lêv kir ku yekane cihê ku qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan tê sepandin Girtîgeha Îmraliyê ye û têkildarî serlêdanên hatin kirin de ev tişt gotin: “Em êdî hejmara serlêdanên bêencam hatine hiştin, redkirinên îtîrazan, serlêdanên di encama bi dawîkirina rêyên hiqûqa navîn ên li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hatine dayîn em nizanin. Dadgeha Destûra Bingehîn heta niha tu serlêdan bi esasî negirt rojeva xwe. Daxwazên bergiriyan bi hincetên bêbingeh red kir. Ji sala 2015’an ve nêzî 7 sal in Dadgeha Destûra Bingehîn tu serlêdanên  ji bo Birêz Ocalan û girtiyên din hatine kirin bi tu awayî nexist rojeva xwe. Di vê navberê de ji ber AYM’ê ev peywîra bi cih neanî serî li DMME’yê tê dayîn. Ji ber ku AYM ji rêya hiqûqa navîn a bi bandor derketiye.    DAXWAZA GELÊ KURD E   Kayaoglu diyar kir ku CPT bêyî ku hikûmetê weke salên berê agahdar bike dikare biçe Girava Îmraliyê û bang kir ku weke parêzerên îmze avêtine dixwazin ev daxwaz bi lezgînî were bicihanîn. Kayaoglû, destnîşan kir ku divê rêyên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bên vekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tirkiye di hawireke kaos û şer re derbas dibe. Ji bo ev hawira şer bi dawî bibe divê rê li ber hevdîtina Birêz Abdullah Ocalan a bi parêzer, malbat û wasiyê wî re bê vekirin. Ev yek ne tenê daxwazeke Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ye, di heman demê de daxwazeke gelê kurd e. Daxwaza raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê ye.”   MA / Esra Solîn Dal