Di doza Kemal Kûrkût de îfadeyên binakok ên polîsan: Di destê wî de perend hebû 2022-09-19 09:04:20   AMED - Midurê polîsan Erdogan Tetîk ê di doza Kemal Kûrkût de îfadeyên binakok dan, berovajiyê îfadeya xwe ya ewil got ku di destê Kûrkût de ne kêr, perend a cureyekî şûrê ye hebû.    Di doza Kemal Kûrkût ê xwendekarê zanîngehê yê di Newroza 2017’an a Amedê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin de, yek jê midurê şaxê du polîs hem bi îfadeyên beriya niha dan hem jî bi îfadeyên li hemberî hevdû ketine nav nakokiyê. Di doza derheqê kuştina Kûrkût de polîsê bersûc Yakûp Şenocak ji sûcê “kuştina bi qesdî” beraet kiribû. Biryar ji hêla 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Herêmî ya Amedê ve hate xerakirin û darizandina bersûc Şenocak dom kir. Dadgeha Îstînafê dosya li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê vegerand, danişîna dozê di 15’ê îlonê de ji nû ve hatibû dîtin. Di danişînê de yek ji midurê şaxê yek jî amirê polîsan 2 şahid hatin guhdarkirin. Îfadeyên ji polîsan hatibûn wergirtin ketin dosyaya dozê.    GOTINÊN WAN JI HEV NEGIRTIN   Amirê polîsan Kerîm Saglik ê hate îdiakirin ku dema bûyer qewimî li qadê bû, li bajarê lê peywîrdar ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê, Midurê Şaxa Asayîşê yê Balikesîrê Erdogan Tetîk jî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Balikesîrê ve hatin guhdarkirin. Tetîk û Saglik îfadeyên ku ji hev negirin dan. Tetîk, qala xwe teqandina Kûrkût nekir, Saglik jî îdiakir ku da Kûrkût xwe biteqîne. Tetîk îdia kir ku gotinên Kûrkût bihîstine û îdiakir ku Kûrkût gotiye “Ez ê Amedê bişewitînim û we hemûyan bikujim.”  Saglik ê îdia kir ku gotinên Kûrkût bihîstine jî wiha îdia kir: “Ev der Amed e, îro hûn hemû dê bimirin, ez ê we hemûyan bikujim û biteqînim.”   ÎDÎA KIR KU DI DESTÊ WÎ DE PEREND HEYE!   Her du polîsên ku îfadeyên bi nakok dan, têkildarî tişta di destê Kûrkût de beyanên cûda dan. Di dîmenan û îfadeyên şahidan de hatiye tespîtkirin ku di dema bûyerê de di destê Kûrkût de kêra nan a ji dikanekê hatiye girtin heye lê midurê şaxê Tetîk, îdia kiriye ku di destê Kûrkût de perend a cureyeke şûrê ye hebûye. Polîs Kerîm Saglik jî gotiye di destê Kûrkût de kêr hebûye.    Tetîk da zanîn ku di dema bûyerê de li Amedê weke komiser xebitî ye, piştî anons hate kirin di demekî kurt de kesekî tazî hatiye û wiha got: “Kesê tazî ku di destê wî de perend hebû ber bi barikata ku em li wir bûn ve hat. Vî kesî perenda di destê xwe de li der dorê hejand û gotinên mîna ‘Ez ê Amedê bişewitînim, we hemûyan bikujim’ gotin. Me di vê astê de xwest ku wî aram bikin, heta polîsekî hevalê min nêzî wî bû hewl da bi copî li destê wî yê kêr tê de bide lê wî kesî bi perendê erişî hevalê me kir û hevalê me di kêliya dawî de xwe xelas kir. Min bi xwe ev bûyer dît. Pişt re dema vî kesî barîkateke din derbas kir û pêş ve çû, hin hevalên me yên polîs ji bo wî rawestînin gule berdan hewayê. Di vê astê de me ew hişyar kirin ku guleyan ne berdin, dû re kesê ku di destê wî de perend hebû kete erdî.”   ‘GULE BERDAN HEWAYÊ’   Tevî ku bersûc Yakûp Şenocak di îfadeya xwe de gotibû “Min gule berdan lingê wî” jî bal kêş e ku Tetîk dibêje hemû polîsan gule berdane hewayê û kes nedîtiye ku gule berdane erdî.” Tetîk di berdewama îfadeya xwe de wiha got: “Min tu polîs nedîtin ku gule berdan wî kesî an jî erdî. Ji ber ku gelek polîsan li wir çek bikardianî navê wî polîsî nayê bîra min. Min nedît ku Yakûp Şenocak ê hûn ji min dipirsin gule berdaye an na.”   BEROVAJIYÊ ÎFADEYA XWE YA EWIL ÎFADE DA   Di îfadeya ku Tetîk da Lijneya Dîsîplînê ya Walîtiya Amedê de anîn bîra wî ku îfadeyeke wî ya “Kûrkût bi perenda di destê xwe de êrişî polîsekî kiriye” nîne. Tetîk jî ji vê re wiha bersiv da: “Dibe ku min negotibe wî kesê perend di destê wî de êrişî hevalekî me yê polîs nekiribe lê ji ber min bi xwe dît ez vê yekê dibêjim.”   ‘DIBE KU GULEYA PENGIZÎ LÊ KETIBE’   Kerîm Saglik jî di îfadeya xwe de got dema bûyerê de li noxteyê weke amirê berpirsyar peywîrdar bûye û wiha got: “Dema em li noxteyê bûn min bihîst ku hevalên me yên polîs kesê di destê wî de kêr hebû ji bo kêrê deyne hişyar dikirin. Li ser vê yekê ez çûm cihê ku hişyarî lê dihate kirin, kesekî mêr ku ji navtangê jor tazî pantorekî tîpê kargo li pêyan hebû min dît. Min bihîst ku ji polîsên peywîrdar re got ‘Ev der Amed e, îro hûn hemû dê li vir bimirin. Ez ê we hemûyan bikujim û biteqînim.’ Li ser vê yekê polîsên peywîrdar gelek guleyên hişyariyê berdan hewayê lê ew kes ji noxteyê derbas bû ber bi qada Newrozê ve çû. Bi kêrê êrişî polîsan kir. Îhtîmala ku bombeya zindî be jî hebû. Ji ber ku gelek kesan gule berdan weke amirê berpirsyar min ferman da ku ‘guleyan neberdin’ lê ji ber ku ew der gelek qelebalix bû dibe ku polîsan fermana min nebihîsti be. Min nedît ku kesê hatiye kuştin bi çi awayî û bi çeka kê hatiye kuştin. Lê min nedît ku kesê hatiye kuştin rast e rast hedef hatiye girtin. Îhtîmaleke mezin bi guleya ji erdî pengizî hatiye kuştin.”