Li Girtîgeha Akçadagê Bariş Keve bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da 2022-09-18 23:59:59   MELETÎ - Girtiyê siyasî Bariş Keve yê li Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê dihat ragirtin, bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Girtiyê siyasî Bariş Keve (25) yê li Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê di hucreya yek kesî de dihate ragirtin bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Rêveberiya girtîgehê ku saet di 22.00’yan de li malbata Keve ya li navçeya Şaxê ya Wanê dijîn geriya, diyar kir ku Bariş Keve întîhar kiriye. Li ser agahiya mirina Bariş Keve malbata wî ji navçeya Şaxê ber bi Meletiyê ve bi rê ket.     Kekê Keve, Îlkkan Keve yê em bi telefonê pê re axivîn, diyar kir ku bi Bariş Keve re herî dawî di 16’ê îlonê roja înê de bi telefonê pê re axivîne û rewşeke neyînî hîs nekirine.     Keve yê derbarê wî de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hebû, li Edîrneyê hatibû binçavkirin û girtin. Hate hînbûn ku Keve yê beriya 5 rojan sewqî Girtîgeha Akçadag a Meletiyê hatiye kirin, hefteyeke bi hinceta “sûcên dîsîplînê” di hucreya yek kesî de dihate ragirtin.