Li Geverê operasyona leşkerî: 10 gundî hatin binçavkirin 2022-09-18 16:36:49   COLEMÊRG - Artêşa tirk di saetên serê sibehê de li gelek gundên Gever a Colemêrgê operasyona leşkerî da destpêkirin. Leşkeran, di dema operasyonê de 10 gundî binçav kirin.    Artêşa tirk di saetên serê sibehê de li gundên Darê, Memkava, Nêbarê û Kaport ên girêdayî Gever a Colemêrgê operasyona leşkerî da destpêkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî; bi destpêkirina operasyonê re li gund û zozanên Kaport û Memkavayê di navbera hêzên HPG/YJA Starê û artêşa tirk de pevçûn derketin. Hat zanîn ku şer bi saetan domiya.    Çavkaniyan da zanîn ku leşkeran piştî pevçûnan ketin gundê Memkavayê. Leşkeran hemû şênî ji malên wan derxistin û di malan de lêgerîn kirin. Her wiha leşkeran 10 şêniyên gund jî binçav kirin. Navên çend welatiyên hatine binçavkirin wiha ne: "Zenûre Ozkaplan, Zîna Ozkaplan, Adîle Ozkaplan, Jiyan Ozkaplan û Îlham Ozkaplan." Çavkaniyan got ku piştî şer û pevçûnan, cenazeyên 2 jinan rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê; ji bilî 10 şêniyên gund her wiha kesekî birîndar jî hatiye girtin. Welatiyên hatine binçavkirin ji ewil birin Midûriyeta Polîsan a Geverê û ji wir sewqî Dadgeha Geverê hatin kirin. Hat zanîn ku parêzeran xwestin bi binçavkiriyan re hevdîtinê bikin lê destûr nehat dayîn.