Der barê kesên ‘33 Rêwiyên Hêviyê’ bi bîr anîn de îdianame hat amadekirin 2022-09-18 12:20:15   STENBOL - ‘33 Rêwiyên Hêviyê’ dema ji bo zarokên Kobanê pêlîstok dibirin, li navçeya Pirsûsê rastî êrişa DAIŞ'ê hatin û jiyana xwe ji dest dan. Ji 104 kesên tev li merasîma bîranîna "33 Rêwiyên Hêviyê" bûn ku bi lêdanê hatibûn binçavkirin derheqê 16 kesan de îdianame hat amadekirin.    Bi mebesta ku bo zarokên Kobanê bibin, "33 Rêwiyên Hêviyê" yên ji bajarên cuda berê xwe dabûn Pirsûs a Rihayê û li wir rastî êrişa bombeyê zindî yê DAIŞ'ê hatin û jiyana xwe ji dest dan. Ji bo bîranîna "33 Rêwiyên Hêviyê", li Kadikoy a Stenbolê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di çalakiyê de polîsan êrişî çalakvanan kir û 104 kes bi lêdanê binçav kirin. Bi îdiayên "Binpêkirina qanûna civîn û xwepêşandanan" û "Li dijî polîsan li ber xwe dan" îfadeyên wan hatin girtin.  Ji binçavkiriyan 88 jê piştî kar û barên îfadegirtinê hatin berdan û 16 kes jî sewqî dozgeriyê hatibûn kirin.     Piştî kar û barên îfadegirtinê, dozgeriyê ji bo 14 kesan biryara berdanê da û Berfîn Polat û Rojhat Demîrdoken jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayên Silhê kir. Dadgehê jî derheqê Polat û Demîrdoken de biryara hefsa malê da.     POLÎSÊN LI WAN XISTIN RAPOR STENDIN   Di 26'ê tîrmehê de derheqê 16 kesên sewqî dozgeriyê hatin kirin de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de mafê xwepêşananê ku bi Qanûna Bingehîn hatiye parastin weke hinceta "Qanûna civîn û xwepêşandanan hatiye binpêkirin" û "Li dijî polîsan li ber xwe dan" hat nîşandan. Dozgeriyê îdia kir ku kesên binçavkirî polîs derb kirine, polîs birîndar bûne û polîsan rapora derbkirinê wergirtine. Dozgeriyê xwest ku her 16 kes jî bi sedema "Ji bo nehêlin peywir bê kirin li ber xwe dane" bên cezakirin. Îdianame ji Dadgeha Cezayên Giştî ya Anatoliyayê re hat şandin û 69'emîn Dadgeha Cezayên Giştî erê kir.     Danişîna ewil a dozê taloqî 25’ê çileya 2023’yan hat kirin.