Rojanemeger Ezmî: Divê Tirkiye di mijara DAIŞ’ê de bi agir nelîze 2022-09-18 11:49:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegerê misrî Elaa Ezmî diyar kir ku operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Kampa Holê ya li dijî DAIŞ’ê pêwîstiyek bû û wiha got: “Ne Tirkiye û ne jî hêzên din ên li herêmê çalak divê di mijara DAIŞ’ê de bi agir nelîzin.”    Qonaxa duyemîn a Pêngava Însanî û Ewlekariyê ya Hêzên Ewlekariya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî Kampa Holê dabû destpêkirin, 24 roj piştre di 17’ê îlonê de bi dawî bû. Pêngav bi alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), YPG û YPJ’ê hat kirin û di encamê de gelek çekên sivik û navîn, bi dehan tunel û qadên perwerdeyê yên ji bo zarokan hatin dîtin. Di heman demê de bi dehan endamên hucreyên veşarî hatin girtin. Rojnamegerê misrî û lêkolînvanê bûyerên terorê Elaa Ezmî têkildarî Pêngava Însanî û Ewlekariyê de bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Ezmî, bal kişand ser rola HSD’ê ya di têkbirina hucreyên DAIŞ’ê de û wiha got: “HSD divê li dijî alîkariya Tirkiye dide DAIŞ’ê hemû tevdîrên navneteweyî bigire.”   Rojnameger Elaa Ezmî da zanîn ku Kampa Holê ji ber malbatên DAIŞ’iyan, xeteretirîn kampa li cîhanê ye û wiha got: “Pêngava ewlehiyê ya HSD’ê ku li Kampa Holê li dijî endamên DAIŞ’ê dabû destpêkirin, ji ber têkbirina alîkariya bi rêxistina terorîst re tê kirin, ji bo têkbirina bermahiyên çeteyên tundrew pêwîstiyek bû. Encamên vê pêngavê balkêş bûn. Bi taybet jî gelek tunel hatin dîtin, girtina komên ku di nava zarokan de fikrên tundrew belav dikin, desteserkirina çekan û girtina bi dehan terorîstên DAIŞ’ê gelek girîng bû. Domandina pêngavên bi vî rengî, pêwîstiyek e. Ji bo îstîqrara kampê hewcedariyeke.”   DAIŞ’IYAN ÇAWA EWQAS TUNEL KOLANDINE?   Bi domdarî Ezmî, destnîşan kir ku divê Rêveberiya Xweser di hundirê kampê de xebateke cuda bide destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mînak; dîtina tunelan bi xwe re pirsên cuda tîne. Li gel ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HSD heye jî DAIŞ’iyan çawa ewqas tunel kolandine? Hewceye HSD hîn bêhtir zextê li Koalîsyona Navneteweyî bike da ku alîkariya ewlehî û teknîkî bide, da ku li kampê pergalekê ferz bike û 24 saetan bi deng û dîmen were şopandin. Divê planeke nû ya ewlehiyê ya xurtir bê danîn da ku DAIŞ nekare metirsiyan belav bike û hêza xwe li kampê komî ser hev bike. Hewceye di navbera vê pêngavê û ya din de gelek dem nebe û derfeta kuştin, revandin û çêkirina tunelan nedin DAIŞ’ê.”    ‘DEWLET NAXWAZIN PIRSGIRÊK ÇARESER BIBE’   Di berdewamê de Ezmî diyar kir ku rola HSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê girîng e lê tevî vê yekê jî hêzên navneteweyî di hêla siyasî, teknîk, leşkerî û qanûnan de alîkariya pêwîst nade. Ezmî, axaftina xwe wiha domand: “Kampa Holê, xeteretirîn kampa li cîhanê ye. Tevî vê yekê jî tu nîşane nînin ku hêzên koalîsyonê û yên cîhanê çareseriyekê jê re peyda bikin. Balkêş e ku civaka navneteweyî naxwaze pirsgirêkên li Kampa Holê çareser bibin. Weke bombeyeke zindî dihêlin da ku di pêşerojê de bikarin armancên xwe yên siyasî pêk bînin. Li hêla din hebûna Tirkiyeyê ya li bakurê Sûriyeyê û êrişên wê yên li dijî HSD’ê aloziya heyî girantir dike. Ev kirinên wê derfetê dide komên terorîst ku di vê aloziyê de xwe komî ser hev bikin. Armanca wê ya li Sûriyeyê jî gurkirina aloziya heyî ye.”    ‘DIVÊ HSD TEVDÎRÊN LEŞKERÎ Û SIYASÎ BIGIRE’   Rojnameger Ezmî bi lêv kir ku divê HSD li dijî piştgiriya Tirkiyeyê ya xurt a bi DAIŞ’ê re, hemû tevdîrên navneteweyî bigire û wiha pê de çû: “Divê hem tevdîrên siyasî û hem jî yên leşkerî bigire da ku têk bibe. Ji ber berjewendiyên hevbeş, ji ber van kiryaran hesab ji Tirkiyeyê nayê xwestin. Ne Tirkiye û ne jî hêzên din ên li herêmê çalak, divê di mijara DAIŞ’ê de bi agir nelîzin. Ji ber ku heke komên terorîst ên wezîfedar rojekê bi hêzeke din ê navneteweyî re li hev bike, dê her kesî bidin ber xwe. Tecrûbeya Washingotinê ya bi îslamîstên Efxanistanê re hîn zindî ye. Hêj 11’ê Îloneke din dubare nebûyî, divê her kes tevdîra xwe bigire. Pêşniyara min a bo HSD’ê ew e ku divê civaka navneteweyî li dijî DAIŞ’ê têxe nava hewldanan. Û nîşan bide ku ji bo bidawîbûna karesata DAIŞ’ê tekane berpirsyarî ne tenê li ser milê wan e ku kêmderfet in. Divê hemû dewletên cîhanê hemwelatiyên xwe ji kampê bibin, wan bidarizîne û perwerde bike. Ji bo vê jî pêdivî pê heye ku NY û dewletên din bi çalak tev li kontrolkirina ewlehiyê bibin û bernameyên serkeftî pêş bixin.”