Li Çewlikê operasyona leşkerî hat destpêkirin 2022-09-18 10:49:25   ÇEWLIK - Li navçeya Kanîreş a Çewlikê bi wesayîtên zirxî û holîkopteran operasyona leşkerî hate destpêkirin.    Li çoltarên mezraya Xîşxîşok û gundê Heznawe yên navçeya Kanîraş a Çewlikê bi wesayîtên zirxî û helîkopteran operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hat zanîn ku artêşa tirk di saetên serê sibehê de bi helîkopteran leşker danîne herêma operasyonê. Hat ragihandin ku heya niha li herêmê tu şer derneketiye û operasyona leşkerî didome.