Li Silêmaniyeyê 3 rojnamevan hatin binçavkirin 2022-09-18 10:34:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihanên Rojnews û CHATR Companyê li Silêmaniyeyê hatin binçavkirin.    Nûçegihanên Rojnews’ê Botan Germiyanî û Bîrwa Esed û dîmenkêşê CHATR Company (Koma Medyayê ya CHATR) Mûhammed Azîz dema bîranîna Şukru Serhed ê ku li Silêmaniyeyê di encama sûîqestê de hatibû kûştin û faîlên wî nehatibûn dîtin dişopandin, di encama mudaxileya asayîşa Silêmaniyeyê de hatine binçavkirin. Hat destnîşankirin ku dest danîne ser kamerayên rojnamegeran.