'3 meh in em nikarin bi zarokên xwe yên girtî re biaxivin' 2022-09-18 09:12:35   COLEMÊRG - Dayika 2 girtiyan Muhsîma Yaşar destnîşan kir ku 3 meh in dema ku zarokên wê yên girtî telefonî wê dikin, an dengê wan nayê an jî telefon tê qutkirin. Yaşarê got: “Ev, zilm e. Li girtîgehan zilmê li zarokên me dikin.”   Dayika 2 girtiyan Muhsîma Yaşar ku li navçeya Gever a Colemêrgê dijî, kurê wê Dilgeş Yaşar 6 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê ye û keça wê Remziye Yaşar jî ku gava Hevşaredera Geverê bû hat girtin û qeyûm li şûna wê hat tayînkirin jî ev 4 sal in girtî ye û niha di Girtîgeha Jinan a Xarpêtê de dimîne. Nêzî 3 meh in dema ku zarokên wê yên girtî telefonî wê dikin, an dengê wan nayê an jî di dema axaftinê de telefon qut dibe.    Yaşar têkildarî mijarê destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP'ê ji bo ku zilmê li malbatên girtiyan bike, zarokên wan sirgûnî girtîgehên dûr dike û got ku bi wan sirgûnan re jî tahdê li malbatan dike. Yaşar xwest ku zarokên wê sewqî girtîgeheke nêzî wan bê kirin û wiha got: “Zarokên me şandine girtîgehên dûr û tenê hefteyê 10 deqîqe mafê axaftina bi telefonê didin me. Axaftina bi telefonê jî êdî zehmet bûye. Nêzî 3 meh in her du girtiyên min çi qasî telefon dikin, dengê wan xweş nayê. Berê dema telefon dikirin dengê wan xweş dihat. Lê ev 3 meh in dengê wan qet xweş nayê.”   Dayik Yaşar diyar kir ku di dema axaftina bi telefonê de ku 10 deqe ye, 4-5 caran telefon tê girtin û wiha axivî: “Çend caran vedikin ku deng baş bê. Lê mixabin her car deng xirabtir dibe û tew tu dibêjî qey li girtîgehê qiyamet diqewime. Di wî 10 deqîqeyî de em hev fêm nakin ku em çi dibêji. Em ji berpirsyaran dipirsin ka çima wisa li telefonê kirine? Ev 3 meh in vê pisgirêka telefonê çareser nakin. Dema nexweşî û pisgirêkek girtiyên me hebe, em bi telefona dizanin ka çi hatiye serê wan. Lê êdî ev jî zehmet bûye. Ez pir meraq dikim ku çima vê pisgirêkê çareser nakin ku dengê girtiyên me zelal bê me. Bila pisgirêka girtiyên me çareser bikin ku em bizanin derdê zarokê me çi ye.”   TAHDE LI GIRTIYAN TÊ KIRIN   Yaşar bang li berpirsyaran kir ku pisgirêka heyî bê çareser kirin û wiha domand: "Ev ne tenê pisgirêka malbatekê ye, çi qas malbatên girtiyên siyasî yên ku ez nas dikim hene, hemû jî bi vê pirsgirêkê re rû bi rû dimînin. Divê hemû malbat li ser van kêmasiyan bisekinin ku demildest bên çareserkirin. 10 deqîqe mafê axaftine didin me, wê jî bila li gor pivanên mirovahiyê pêk bînin. Dema pisgirêkek zarokên me hebe, nikarin bi dilrehetî bînin ziman. Ji ber ku tim zext û zorî li ser girtiyan heye. Çi dema ku pisgirêkên xwe tînin ziman, cezayên dîsiplînî didin wan. Êdî min tê derxist ku nikarin bilêv bikin. Min xwest ku ez bibim dengê zarokên xwe û girtiyan. Kî berpirsyar be bila van kêmasiyan çareser bikin û ev qasî zilmê li me nekin.”   BANGAWAZÎ   Yaşar di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku 3 meh in girtî vê pirsgirêka telefonê radigihînin rêvebiriya girtîgehê, lê hê jî nehatiye çareserkirin û ev tişt anî ziman: "Rêvebiriya girtîgehê tim dibêje, ‘vê hefteyê na, hefteya bê em ê çareser bikin.’ Lê ev bû 3 meh, hê jî tiştek nekirine. Roj bi roj dengê wan xirabtir tê. Tiştek ji destê zarokên me jî nayê, dema tiştekî dibêjin demlidest cezayê dîsîplînê li wan dibirin. Em tenê dixwazin pirsgirêkên li hemû girtîgehan bên çareserkirin.”