'Hêzên demokrasiyê divê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan rêyekê peyda bikin' 2022-09-18 09:02:17   STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek diyar kir ku divê hêzên demokrasî û azadiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan rê û rêbazekê deynin pêşiya xwe û wiha got: "Divê em hinekî para xwe ya di tecrîdê de nîqaş bikin."   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku wekî muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd tê nîşandan û ji bo çareserkirina krîzên li Rojhilata Navîn alternatîfên çareseriyê pêşkêş dike, nêzî 18 meh in tu xeber nayê girtin. Hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê yên malbatê û parêzeran an bêbersiv tên hiştin an jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" yên cur bi cur tên redkirin.   Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek polîtîkaya tecrîdê û bandorên wê nirxandin.   SÎNOR DERBAS KIRINE   Cengîz Çîçek diyar kir ku piştî bûyerên di salên dawî de li Rojhilata Navîn diqewimin, pirsgirêka kurd ji pirsgirêkeke ku di nava sînorên netewe-dewleta Tirkiyeyê de "hatiye hepskirin" derketiye û bûye pirsgirêkeke piralî ya global a demokrasiyê. Çîçek destnîşan kir ku ev pirsgirêk êdî bûye pirsgirêkeke ku bi her awayî xwe ferz dike û sedema bingehîn a vê ferzkirinê jî têkoşîna bi salan a gelê kurd e. Çîçek wiha got: "Heke hûn bala xwe bidinê Amerîka, Rûsya, Îraq, Sûriye û welatên Yekitiya Ewropayê, êdî guhnedêriyê nakin.”   TECRÛBEYA DÎROKÎ NÎŞAN DA!   Çîçek da zanîn ku ew bi hişmendiyeke ku li dijî nasname û çandên cuda yên vê erdnîgariyê şer dike û hewl dide netew-dewletê li dora van polîtîkayên şer xurt bike re rû bi rû ne û wiha dom kir: "Jixwe du aliyên vê hişmendiyê hene. Yek, hişmendiya ku wekî Tîfaqa Miletê derketiye holê û ya din jî hişmendiya ku wekî Tifaqa Cumhûrê derketiye holê. Em difikirîn ku sedemeke sereke ya pêvajoya demokratîkbûnê ku li Tirkiyeyê wekî lawaziyekê xuya dike, ev e. Tecrûbeyên me yên dîrokî nîşanî me dane ku ev nêzîkatiya rêvebiriyê ya dijminatiya civak, kedkar û xwezayê û gel û çandan e dike, tenê ne di meseleya kurdî de de, dê xwe nede ber çareserkirina meseleyên din jî."    RASTIYA PKK'Ê   Bi domdarî Çîçek destnîşan kir ku piraniya gelê kurd çareseriya pirsgirêkê di demokratîkbûna Tirkiyeyê de dibîne û got ku divê desthilatdariya siyasî ya li Tirkiyeyê vê rastiyê bizanibe. Çîçek diyar kir ku divê pirsgirêka kurd jî di ser rastiya PKK'ê re were pênasekirin û ev tişt anî ziman: "Bi rastî jî heta pirsgirêka kurd di ser rastiya PKK'ê re neyê pênasekirin, wê her kes di vê hewza înkarê de avjeniyê bike."   PIRSGIRÊKA KURD Û TECRÎD   Di berdewamê de Çîçek bal kişand ser têkiliya di navbera çareseriya pirsgirêka kurd û tecrîda li ser Ocalan jî û ev nirxandin kir: "Tifaqa Cumhûrê û Tifaqa Miletê ku xwe wekî rêvebirên netew-dewleta tirk dibînin, vê yekê çawa dinirxînin? Bi rastî li ber çavên min şanoyek tê lîstin. Yanî bi pêvajoya çareseriyê ya dawîn re me dît ku birêz Ocalan ji bo pirsgirka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, helwesteke pir rasteqîn û aqilane da der. Di heman demê de me dît ku birêz Ocalan 24 sal in di pêvajoya Îmraliyê de ji hemû aktorên siyasî zêdetir li ser aştiya civakî û demokratîkbûna Tirkiyeyê hûr dibe. Tecrîd û îşkencekirina aktorekî ev qasî tije, nîşan dide ku pirsgirêka kurd di çarçoveya înkarê de kûr bûye. Gava em di vê çarçoveyê de lê mêze dikin, heta pirsgirêk li ser esasê rastiyê neyê pênasekirin, çareseriya dê her tim bê taloqkirin."   ‘HEWL DIDIN HÊVIYÊ JI HOLÊ RAKIN'   Çîçek, got ku tecrîda li ser Ocalan a ji aliyê desthilatdariya siyasî ve tê meşandin û helwesta ji bo statuya gelê kurd heman tişt e û got ku her ku têkoşîna azadiya gelê kurd mezin dibe êriş jî zêde dibin. Çîçek, diyar kir ku bi polîtîkaya “desteserkirinê" armanc jiholêraklirina hêviya azadî û demokrasiyê ya hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn e. Çîçek armanca sereke ya vê polîtîkayê jî wiha anî ziman: "Hepskirin, sernixumandin û jiholêrakirina vê hêviyê ye."   AZADIYA OCALAN   Çîçek krîza li cîhanê û Tirkiyeyê bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Aktor û nûnerên muxalefeta civakî yên di van pêvajoyên krîzê de ku çareseriyên herî rasteqîne pêşniyaz dikin, her tim tên dorpêçkirin û her tim bi tasfiyekirinê re rû bi rû dimînin. Her wiha divê bê dîtin ku bi taybetî sedema ku 18 meh in birêz Ocalan hatiye desteserkirin jî ev bi xwe ye. Asta rastiya hiqûqî, mirovî û siyasî ya birêz Ocalan ji me re dibêje ku divê tecrîd êdî bê rakirin. Ger em dixwazin vê pirsgirêkê bi rêyên demokratîk çareser bikin, divê em rêyek ku armanca wê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e peyda bikin. A rast, divê em hinekî para xwe ya di tecrîdê de nîqaş bikin. Niha netew-dewlet, yên ku dewletê bi rê ve dibin wek çînekê karê xwe dikin. Baş e, lê em bi wê bêhêziya xwe çi qasî xizmeta vê tecrîdê dikin? Di heyama nû de divê em vê yekê nîqaş bikin. Divê em meseleya azadiyê jî di vî warî de binirxînin. Divê em ferqa xwe ya li hember siyaseta înkarker, bi siyaseta damezrîner ava bikin. Yanî avakeriyeke civakî û siyaseta civakî wê çawa bê kirin? Em, gava nikaribin bi vî aliyî re rû bi rû bibin, dê tiliya me jî di tecrîdê de hebe."   Çîçek di dawiyê de destnîşan kir ku pergal dixwaze Ocalan ji civakê qut bike û bi vî awayî bide jibîrkirin û got ku, divê her kes li dijî van polîtîkayan rave. Çîçek bilêv kir ku îtirazên li hemberî polîtîkaya tecrîdê girêdayî têkoşîna rêxistinbûyî ya gelê kurd e.    MA / Ergîn Çaglar