Îdare dixwaze mazgalên deriyên hucreyan bigire 2022-09-18 09:01:18   WAN - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Dûmlû ya Erziromê îdareya girtîgehê dixwaze mazgalên deriyên hucreyên yekkesî bigire.    Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyan zêde bûne. Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Dûmlû ya Erziromê rêvebiriya girtîgehê hewl dide ku mazgalên hucreyên yekkesî bigire.    Muhammed Fadûllah Kamiş (32) ku 4 sal in di girtîgehê de ye, di hevdîtina dawî de ya bi malbata xwe re binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.   Bav Servet Kamiş ku bi kurê xwe Kamiş re hevdîtin kiriye anî ziman ku nêzî mehek e zext û zoriyên li girtîgehan zêde bûne û hema bibêje piraniya girtiyên siyasî di hucreyên yekkesî de tên girtin û got ku kurê wî gotiye: "Rêvebiriya girtîgehê dixwaze mazgalên hucreyên yekkesî bigre. Em di hucreyên yekkesî de ne. Tim davêjin ser qawîşan, em tim rastî tahdeyek derûnî tên. Nameyên tên jî an nadin me an jî gava didin pir dereng didin."    HUCREYÊN YEKKESÎ   Bi domdarî bav Kamiş anî ziman ku girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin û bi vî awayî tên îzolekirin û wiha domand: "Bi ser de jî hewl didin ku mazgalên qawîşan jî bigirin ku girtî pêwendiyê bi hev re daneynin. Jixwe di hucreyên yekkeî de pirgsirêka hewayê heye."    PÊKANÎNÊN KÊFÎ   Di berdewamê de bav Kamiş da zanîn ku li hemû girtîgehên Tirkiyeyê zextên li ser girtiyên siyasî zêde dibin û bi tecrîdê re hewl tê dayîn ku vîna girtiyan bê şikandin û wiha pê de çû: "LI girtîgehan ne mafên neteweyî ne jî yên navneteweyî esas nayên girtin, hemû maf bi awayekî keyfî tên binpêkirin. Li dijî girtiyan pêkanînên kêfî tên kirin. Di vî warî de em malbat tişta dikeve ser milê me, divê em pişta hev bigirin. Ne tenê malbat, divê hemû sazî û partiyên me jî bi têkoşîneke hevpar li dijî van zextan bisekinin. Ger em bi hev re netêkoşin dê zextên li ser girtiyan roj bi roj zêdetir bibin."   KESÊN SIVÎL Û BI KAMERA   Kamiş diyar kir ku di rojên serdanê de hin kesên bi cil û bergên sivîl ku li gorî wan personelên îstîxbaratê ne, bi kamerayên xwe wêne û dîmenên malbatên ku ji bo dîtina wan hatine girtîgehê girtine û wiha got: “Bi vî awayî hewl didin ku me biçewisînin."