ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-18 09:00:01 * Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Dûmlû ya Erziromê îdareya girtîgehê dixwaze mazgalên deriyên hucreyên yekkesî bigire.  * Ferît Şenyaşar têkildarî pirtûka bi navê "Adalet" a li ser çîroka Emîne Şenyaşarê got: "Pirtûk xulaseya malbata me û qîrîna me ye."    * Dayika 2 girtiyan Muhsîma Yaşar destnîşan kir ku 3 meh in dema ku zarokên wê yên girtî telefonî wê dikin, an dengê wan nayê an jî telefon tê qutkirin. Yaşar, got: “Ev, zilm e. Li girtîgehan zilmê li zarokên me dikin.”   * Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek diyar kir ku divê hêzên demokrasî û azadiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan rê û rêbazekî deynin pêşiya xwe û wiha got: "Divê em hinekî para xwe ya di tecrîdê de nîqaş bikin."   * Xwendekarên ODTU’yê ku beşdarî Meşa Cûdî bûbûn û li dijî “Rêya Rantê” têdikoşin wiha gotin: “Ji bo parastina xweza û xaka xwe, mîna li vê derê em ê li her deverê têbikoşin.”    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 559’an de berdewam dike.    * Bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz re dê li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Rihayê hevserokên bajêr ên nû bên tayînkirin. (11.00)     *Meclisên Jinan ên HDK’ê dê li Navenda Giştî ya HDK’ê bi sernavê “Di avakirina aştiyê de Têkoşîna Jinan” panelekî li dar bixin. (11:00 -18:00)   * Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê têkildarî astengkirina “Maf civîn, xwepêşandan û meşê” dê li Eywana Konferansan a Tum Bel-Sen’ê daxuyaniyê bide. (12.00)   *Rêxistina HDP’ê ya Kadikoyê dê li avahiya partiyê bi mijara “Li girtîgehan binpêkirinên mafan û Nobetên Edaletê” panelekî li dar bixe. (15:00)