Li Cûdî bertek nîşanî tecrîd, talan û şer dan: Rêya me rêya azadiyê ye 2022-09-17 16:46:45   ŞIRNEX - Li Şirnexê çalakvanan li dijî êrişa bi ava şid û bombeyên xazê li ber xwe dan û bertek nîşanî tecrîd, talan û şer dan. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk got: “Rêya me rêya azadiyê ye.”    Bi mebesta ku beşdarî Meşa Cûdî ya bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê tê lidarxistin bibin, bi hezaran kes li Şantiyeya Mîlgayê ya Şirnexê kom bûn. Tevî hewayê germ jî bi hezaran kes li qadê kom bûn û demekî dirêj bertek nîşanî texrîbata ekolojîk dan. Girseyê xelekên govendê gerandin û gelen caran li dijî şer û talanê dirûşm berz kirin.      BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDÊ DAN   Hêzên ewlekariyê hemû rê bi wesayîtên zirxî girtin, girse dorpêç kir û diyar kirin ku dê destûra meşê nedin. Lê belê girseyê di meşê de israr kir. Heta demekî dirêj hevdîtin hatin kirin lê encamek jê derneket. Li ser vê yekê leşkeran bi ava şid û bombeyên xazê êrişî girseyê kir. Girseyê jî bertek nîşan da û heta cihekê meşiya û piştre çalakiya rûniştinê li dar xist. Tevî êrişa bi bombeyên xazê û ava şid jî girse belav nebû û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bê Cûdî jiyan nabe” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin.      Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bangî girseyê kir. Ozturk, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û wiha got: “Rêya me rêya azadiyê ye.”      'XWESTIN KURDAN TUNE BIKIN'   Piştre girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist û daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk anî ziman ku dewletê di 2015'an de piştî ku tecrîda li ser Îmraliyê giran kir biryara şer girtiye û got: "Dewletê got 'em ê gelê kurd vê carê xilas bikin.' 7 sal derbas bû. Di vî 7 salî de gelek hevalên me qetil kirin. Ev têr nekir axa ku gelê me li ser dijî tê talankirin û agir bera darên me dan. Xwestin bi vî agirî warê gelê kurd ji holê rakirin."     'BI NIJADPERESTIYÊ XWE LI SER NIGAN DIGIRIN'   Ozturk bal kişand ser meşa ku ki li dar xistin û wiha domand: "Îro çiyayê Cûdî, Dersîm û Çewlîgê dişewitînin. Daristanan dibirin. Armanc xilaskirina gelê kurd bû. Nenaskirina axa gelê kurd bû. Xilaskirin, tunekirina gelê kurd bû. Ji ber vê yekê em îro hatin Botanê. Li dijî kesên ku dixwazin me tune bikim, me jî xwest nîşan bidin ku em hene û li vir in. Wan di dîrokê de me neqedand dê piştî 7 salan jî nikaribin me biqedînin. Bi nijadperestiyê desthilata xwe li ser nigan digirin."    Ozturk di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Li her çar parçeyên Kurdîstanê êrîş û qirkirinek topyekûn heye. Bi van êrîşan armanc dikin ku erdnîgariya  Kurdîstanê bêmirov bihêlin. Li meşa me ya îro jî ew dewleta faşîst dîsa êrîşên xwe kir. Lê em carek din dibêjin ev êrîşên we encam nagirin. Rêya me rêya azadiyê ye û em di rêya xwe de mafdar in. Darên ku hûn dibirîn em ê li cihê wan darên nû biçînin û çiyayê Cûdî şîn bibe. Çawa gelê kurd tevî êrîşan li ser xaka xwe şûn dibe erdnîgariya Kurdîstanê jî hêşîn bibe. Heya roja îro me paş de gav neavêt em ji wê rojê şûnde jî gav neavêjin. Rêya me rêya serkeftinê ye û dê serkeftin yê gelê Kurd bibe.”   TÊKOŞÎNEK HEVPAR   Berpirsê Hawirdor û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nacî Sonmez jî bilêv kir ku Tirkiyê di van demên dawîn de hem ji aliyê sîyaseta demokratîk hem ji aliyê têkoşîna ekolojiyê ve rastî êrişan tê û wiha axivî: "Li dijî jinan, ciwan û hemû gelan re êrîşek mezin heye. Li aliyê Tirkiyê bi armanca bidestxistina rantê qirkirinek ekolojîk heye. Li herênmê jî bi hinceta herêma ewle li dijî erdnigariyê şerekê daye destpê kirin. Di vî çarçoveyê de dar tên birîn û herêm bê mirov tên hiştin. Li dijî vê qirkirinê em hatin gel hevdu lê belê dîsa jî rastî êrîşên desthîlatdariyê hatin. Rixmî van hemûyan em dev ji têkoşîna parastina xwezayê bernadin. Em ê li erdnîgariya Kurdîstanê jî ji bo xwezayê têkoşînek hevpar bidin meşandin.”   Piştî daxuyaniyê girse dirûşme berz kirin û belav bû.