Îşkenceya li Guzelê hate kirin bi gotina ‘fikra kesayetî ye’ hate îadekirin 2022-09-17 16:19:26   ENQERE - Serokê Meclisê Mûstafa Şentop, pêşniyazpirsa têkildarî girtina parlamenter Semra Guzel a bi îşkence û mûameleya xerab hatiye dayîn îade kir.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, têkildarî girtina parlamentera Amedê Semra Guzel a bi îşkence û mûameleya xerab, ji bo ku Serokê Meclisê Mûstafa Şentop bibersivîne pêşniyazpirsek dabû lê hate îadekirin.    Gergerlîoglû diyar kiribû ku îşkence û mûameleya xerab li Guzel hatiye kirin û ev pirs kiribû: “Ji bilî parlamenterên Ak Partî, MHP’ê û BBP’ê li dijî parlamenterekî din hûn di serokatiya xwe de xwe berpirsyar dibînin.”   Têkildarî pêşniyazpirsa ku hatiye îadekirin de wiha hate gotin: “Pêşniyazpirsa we ya qeydkirî hat lêkolînkirin û hat nirxandin û li gorî xalên 96 û 97’emîn ên rêznameya navxweyî ya Meclisê hatiye nirxandin ku li dijî van hukman e.”   ‘EZ BI WÎ RE ÇI BIAXIVIM’   Gergerlîoglû yê biryar nirxand wiha got: “Hemû pirsên me bi armanca nêrîn û îstîşareyê hatine redkirin. Me bi awayekî zelal rastî pirsîbûn. Diyare ku pirsên ku divê bibersivîne ew aciz kiriye. Pirsên me îade kiriye. Me pirsa ‘Têkildarî mûamaleya nebaş a li Semra Guzelê hatiye kirin daxuyaniyê bidin? kiribû. Bê bersiv hişt. Ev ne axaftineke. Ez ê bi wî re axaftina çi bikim? An ku serokê ku mafên parlementeran û mafên Meclisê paşguh bike ez ê çi pê re biaxivim?”