Sîbel Balaç sewqî Lijneya Tenduristiyê hate kirin 2022-09-17 14:19:32   ENQERE -  Sîbel Balaç a bi daxwaza “darizandineke adil” çalakiya xwe ya rojiya mirinê didomîne, bi daxwaza taloqkirina înfazê rakirine nexweşxaneyê piştî hemû tetkîkên wê bi dawî bûn sewqî Lijneya Tenduristiyê hate kirin.    Tedawîkirina Sîbel Balaç a 280 roj in li Girtîgeha Jinan a Sîncanê di rojiya mirinê de ye, li nexweşxaneya ku rakirinê, didome. Parêzera Balaç Ceren Yilmaz, di 6’ê îlonê de di çarçoveya xala 16’emîn a Qanûna Înfazê de ji bo taloqkirina înfazê serlêdan kir. Balaç, di 7’ê îlonê de dema di  265’emîn rojiya mirinê de bû sewqî Nexweşxaneya Yildirim Beyazit a Dişkapi ya Enqereyê hate kirin. Balaç a ji bo tetkîkan sewqî nexweşxaneyê hate kirin, di avahiya pêvek a nexweşxaneyê de di qawişa mehkûman de tê girtin.    ‘SEWQÎ LIJNEYA TENDURISTIYÊ HATE KIRIN’    Hate hînbûn ku Balaç di 7 rojên ku di nexweşxaneyê de maye 3 kîlo dane û duh piştî nîvro sewqî Lijneya Tenduristiyê hatiye kirin. Parêzerên wê yên di hesabên xwe yên medyaya dîjîtal de video weşandin, bi lêv kirin ku derbarê biryara Lijneya Tenduristiyê de agahî nedane wan. Parêzeran bang kirin ku Balaç demildest sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) bê kirin û bi taloqkirina înfaza wê bê berdan.