Kalê 84 salî bi gopalê xwe tev li Meşa Cûdî bû 2022-09-17 13:30:31   MÊRDÎN - Li Nisêbînê bi sedan kes ji bo Meşa Cûdî hatin ba hev û ber bi Cizîrê ve ketin rê. Kalê 84 salî Mehmet Ekenek jî bi gopalê xwe tev li beşdaran bû û got: “Ez ji bo daristanên me hatim.”    Ji bo Meşa Çiyayê Cûdî ku bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê tê lidarxistin, li gelek bajaran bi sedan kesan îro berê xwe dan Şirnexê. Meş, bi dirûşma “Em li dijî wêraniya şer û talankirina xwezayê dimeşin” tê lidarxistin û bi sedan kes ên ji bajarên Riha, Edene, Mêrsîn û Mêrdînê li Nisîbên ê kom bûn.      Şandeya ji Rihayê derketî rê, li Wêranşarê bi sedema kontrolkirina nasnameyan hat sekinandin. Di vê navberê de kesekê di nava şandeyê de xwest wêne bikişîne û li ser vê yekê rageşî derket. Polîsan di rageşiyê de Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş û welatiyê bi navê Ahmet Îstek derb kirin. Dema Ahmet Îstek dihat binçavkirin, şande gihişt Nisêbînê. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û parlamenter Pero Dundar jî di nava komê de cih girtin. Bi sedan kes bi konvoyeke dirêj bi rê ketin û di derketina Nisêbînê de ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Demekî piştre jî girse ber bi Cizîrê ve kete rê.    BI GOPALÊ XWE TEV LI MEŞÊ BÛ   Yek ji welatiyên beşdarî meşê bûyî jî Mehmet Ekenek ê 84 salî ye. Ekenek, bal kişand ser hişkesaliya li herêmê û wiha got: “Ez ji bo daristanên me hatim. Em dixwazin xweza û darên xwe biparêzin.”    Welatiyê 83 salî Osman Sariboga jî got ku li dijî qirkirina daran tev li meşê bûye û wiha berteka xwe nîşanî birîna daran da: “Darên Kurdistanê dibirin. Daristan û çiyayên Kurdistanê bombebaran dikin. Cenazeyên zarokên me parçe dikin. Em ê bi tu awayî heqaretê qebûl nekin. Em qebûl nakink.”    Ji beşdarvanên meşê dayika 72 salî Sureyya Yilmaz jî bertek nîşanî birîna daran da û da zanîn ku ji bo pêşîlêgirtina birîna daran bi rê ketine û heta ku bi ser dikevin jî dê bimeşin.