Kesê jê re digotin ‘ji tîma sûîqestê ye’ boyaxvanê emniyetê derket 2022-09-17 12:01:07   RIHA - Derket holê ku ji çar kesên li Pirsûsê hatine binçavkirin û weke “tîma sûîqestê” hatibûn ragihandin yek jê boyaxvanê Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê ye û di demên berê de sîxûrî lê hatiye ferzkirin.    Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ragihand ku li Pirsûs a Rihayê 4 kes di 14’ê îlonê de bi îdiaya “amadekariyên êrişên li dijî peywirdarên daraz û cemaweriyê” hatine binçavkirin. Li gel ku di dosyayê de biryara “nepeniyê” heye jî, wêneyên her çar kesan hatin parvekirin û weke “endamên rêxistinê” hatin nîşandan. Hat îdiakirin ku li 4 malan lêgerîn hatiye kirin û di lêgerînan de “demanceyek, jarjora demanceyê, gelek gule û materyalên dijîtal” hatine desteserkirin.    Qereqola Cendirmeyan a Pirsûsê li taxên Sarayalti û Huriyetê bi ser malan de girt û 3 jê sûriyeyî bi giştî 4 kes hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Bajar û rojek piştre îfadeyên wan hatin girtin.    JI EWIL BINÇAVKIRIN Û PIŞTRE TEQEMENÎ   Di dema binçavkirinê de welatiyê sûriyeyî M.A. di îfadeyê de bi “cihê midûriyeta emniyeta Sûriyeyê ji kesekê din re şandiye” hat sûcdarkirin. M.A., di îfadeya xwe de diyar kir ku karkerê înşaetê ye û du sal berê û 3-4 roj beriya binçavkirinê avahiya emniyetê boyax kiriye, cihê emniyetê ji kesekî re neşandiye û kesê konum jê re hatiye şandin jî nas nake. Di heman demê de M.A. got ku tu eleqeya wî bi teqemeniyên rojek piştî binçavkirinê (15’ê îlon) li çoltarê Pirsûsê hatine desteserkirin re nîne.    HATIN GIRTIN   M.A. û welatiyên din ên pê re hatibûn binçavkirin O.Ç. , A.T. û A.H.A., duh sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê kir. Di danişînê de her çar binçavkiriyan jî sûcdariyên tên kirin red kirin û xwestin bên berdan. Parezerê her 4 binçavkiriyan diyar kir ku di dosyayê de delîleke şênber nîne û xwest miwekîlên wî bên berdan. Dadgeriyê piştre jî biryara xwe da û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê girtîgehê da û şandin Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê.    Hat zanîn ku MÎT’ê di demên berê de li her 4 welatiyan jî sîxûrî ferz kiribû û van kesan jî bi xizmên xwe re parve kiribûn.    Balkêşe ku gelek dezgehên çapemeniyê yên agahiya binçavkirinê ya wezareta karên hundir weke “agahiyeke lezgîn” derbas kirin, derheqê girtina welatiyan de tu nûçe parve nekirin.