Kilinç ê 30 sal in girtî bû hat berdan 2022-09-17 09:44:21   ŞIRNEX - Dervîş Kilinç ê 30 sal in girtî bû, ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1'an a Amedê hate berdan.   Dervîş Kilinç (55) ê di 25 saliya xwe de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû girtin, piştî 30 salan ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1'an a Amedê ku lê dihat ragirtin, hate berdan. Hate zanîn ku Kilinç beriya niha di gelek girtîgehan de maye. Malbat û xizmên Kilinç ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin. Kilinç û kesên pê re çûn mala wan a li Şirnexê.