Delîla Suham Şengalî: Jinan bi Neteweya Demokratîk xwe ji nû ve afirand 2022-09-17 09:02:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsa Têkiliyên Derve ya TAJÊ Delîla Suham Şengalî anî ziman ku jinên êzidî xwe li dora pergala Neteweya Demokratîk birêxistin dikin û got ku jinên êzidî bi vê pergalê xwe ji nû ve afirandin û niha pêşengtiya civakê dikin.    Di sala 2014'an de DAIŞ'ê bi hevkariya hin hêzan êrişî Şengalê kir. Di êrişên DAIŞ'ê de jin hedef girtin û bi hezran jinên êzidî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin girtin û gelek ji wan jî li bazaran hatin firotin. Tê diyarkirin ku ji wan jinan heta niha hezar û 207 jin di destê DAIŞ'ê de ne û 3 hezar û 554 jî hatine rizgarkirin. Êzidiyên ku di dîroka xwe de rastî komkujiya herî mezin dihatin bi berxwedaneke cewherî li dijî DAIŞ'ê têkoşîyan. Di dawiya vê berxwedanê de Şengal ji dagirkeriya DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Gelê Şengalê li dijî hemû êriş û zextan xwe bi xwe bi rê ve dibe. Şengalî ji aliyekî vedigerin ser axa xwe, ji aliyekî ve jî jiyanek nû ji bo xwe ava dikin û li hemberî êrişan li ber xwe didin.   Şengaliyên ku rêveberiya xwe ya xweser ava kirine li hemberî hemû êrişên derve bi hêzên xwe parastina xwe dikin. Beriya fermanê jî jin rastî tundiya mêr dihatin û di malê de dihatin hepskirin. Jinên êzidî ku bêîrade û bêrêxistin hatibûn hiştin di sala 2014'an de piştî fermanê bi avakirina Rêveberiya Xweser xwe bi rêxistin kirin û di her qadê de cihê xwe girtin. Ji qada leşkerî heta qada siyasî jin pêşengtiyê dikin. Li Şengalê niha jin li dora Rêveberiya Xweser xwe bi rêxistin dikin û heta niha di bin sîwana Rêveberiya Xweser de gelek saziyên jinan hatin avakirin.   Bi avakirina Rêveberiya Xweser re Şengal her roj rastî êrîşan tê. Jin li dijî tundiya mêr li dora Rêveberiya Xweser xwe birêxistin dikin. Berpirsa Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Delîla Suham Şengalî rêxistinbûna jinan a li Şengalê û tundiya li ser jinan a li Başûr her diçe zêde dibe nirxandin.    'XWE JI NÛ VE AFIRANDIN'   Delîla Suham Şengalî anî ziman ku beriya fermanê jî jinên êzidî rastî her tundiyê dihatin û got ku piştî fermanê guhertinên gelek cidî çêbûne û wiha axivî: "Heger em rewşa Şengalê ya beriya fermanê û niha bidin ber hev, em ê ferqekî gelekî mezin bibînin. Beriya fermanê jinên êzidî ji gelek qadan hatibû dûrxistin. Em dikarin ji bo qada aborî, siyasî û civakî mînak bidin. Jinên êzidî di van qadan de pir kêm cihê xwe digirtin. Bi taybetî jî di nava malê de sînordarkirin hebû. Di nava malê de, mafê jinê hatibûn binpêkirin. Jinên êzidî der heqê jiyana xwe de nikaribûn biryarê bistinin. Wê çawa jiyan bike, xeyalên wê çi ne û dixwaze çi bike. Îradeyek ji wan re nehatibû hiştin."   Şengalî wiha domand: "Di navbera beriya fermanê û niha de gelek guhertinên cidî çêbûne. Ji ber vê yekê jî gelek jinên Êzidî ketin destê çeteyên DAIŞ'ê. Di vê çarçoveyê de gelek jin bêîrade hatin hiştin. Heger jinên êzidî bikaribûna xwe biparêzin û di nava civakê de temsîliyeta wan hebûna ev tişt wiha bi hêsanî çênedibû. Jinên êzidî di sala 2014'an de bi çavên xwe gelek tişt ditin. Piştî ku rêxistibûyina xwe ava kirin, di her qadê de cih girtin. Di warê siyasî û gelek qadên din de xwe bi rêxistin kirin. Xweseriya niha ku li Şengalê hatiye avakirin, jin tê de cihê xwe digirin. Di her asteke wê de xwedî erk in û xwedî ciheke taybet in. Rêxistinbûyina jinên êzidî, di şexsê jinê de guhertinên gelek mezin çêkirin. Rêxistinbûyin û guhertina jinên êzidî wekî mîladekî bû. Ji ber ku di dîroka civaka êzidî de, jinên êzidî xwedî îrade ne, pêşengê civaka xwe ne. Bi demê re ev îradebûn ji destê hat derxistin. Piştî fermanê bi guhertin û vegûhertinê jinên êzidî gihîştin cewhera xwe yê berê. Jinên êzidî xwe ji bêrêxistinbûyinê û bêîradebûnê jinûve afirand û ber bi azadiyê ve dimeşe."    LI HEMÛ QADÊN JIYANÊ NE   Şengalî diyar kir ku piştî fermanê jinên êzidî jinûve xwe afirandin û wiha dom kir: "Di sala 2014'an de dema ku ferman li ser civaka êzidî hat kirin, herî zêde jin bûne qurban û jinan zehmetî kişand. Bi hezaran ji wan dîl hatin girtin. Çarenûsa bi hezaran jinên êzidî ne diyar e. Tundiya di dema fermanê de û beriya fermanê jinên êzidî ew dîtin, li tu deverên dinyayê nehatiye ditin. Hemû kiryarên derveyî exleqê mirovî li ser jinên êzidî hat meşandin. Di sedsala 21'emîn de di şexsê jinên êzidî de ev tundî li baweriyekê hat kirin. Ê ku herî zêde zehmetî dîtin jinên êzidî bûn. Tundiya herî mezin jî ew bû ku bi darê zorê wê ji baweriya wê dûr bixe. Bi darê zorê baweriya wê guhertin. Em vê wekî tundiya herî mezin a li ser jinên êzidî dibînîn."   Şengalî destnîşan kir ku piştî fermanê jinên êzidî li dijî her cureyê tundiyê, di her qadên jiyanê de cihê xwe girtine û xweparastina xwe ava kirine û wiha got: "Bi taybetî jî di nava xebatên TAJÊ de cihê xwe girtin. Di warê aborî de ji bo jinan proje tên çêkirin, di qada siyasî de temsiliyeta xwe dikin. Jinên êzidî vediguherin cewherê xwe yê berê. Ji bo karibin civaka xwe bi rê ve bibin, ji bo ku civaka xwe azad bikin tedikoşin. Îro bi pêşengtiya jinên êzidî civaka êzidî xwe bi rê ve dibe. Êdî civaka êzidî gihîştiye wê astê ku xwe diparêze. Xwe dide îspatkirin ku ew bi rêxistinbûyin û hêza xwe axa xwe diparêze."   NETEWEYA DEMOKRATÎK Û AZADIYA JINÊ   Şengalî bal kişand ser Pergala Neteweya Demokratîk û got ku li Şengal û Mexmûrê ku pergala netewya demokratîk tê pêkanîn, jin xwe bi rêxistin dikin, lê di cihên ku PDK'ê ew bi rê ve dibin tundiya li ser jinê di asta herî jor de ye.   Şengalî wiha got: "Li Şengalê êdî jin li her qadê ne. Li Şengalê pergala hevserokatiyê jî êdî hatiye rûniştandin. Di nava qada leşkerî de jin pêşengtiyê dike. Li vir hemû şaxên neteweya demokratîk jin hene û pêşengtiyê dikin. Li Şengalê civaka êzidî bi Pergala Neteweya Demokratîk xwe bi rê ve dibe. Ev li Rojavayê Kurdistanê jî heye û li Şengalê jî civak xwe li ser wî esasî bi rê ve dibe. Ya di vê de israr dike û dixwaze wê ava bike, dijberiya wê ya li hemberî hişmendiya zilam a zordar e. Dema ku em li Rojavayê Kurdistanê, Mexmûr, Şengalê û bajarên Başûrê Kurdistanê yên mîna HEwlêrê didin ber hev, em dibînin ku ferq û cudahiyeke mezin heye. Li Zaxo, Hewlêr, Dihokê jin ji cewherê xwe û îradeya xwehatine dûrxistin. Bi rojane li Başûrê Kurdistanê di asta herî bilind de jin rastî tundiyê tên. Her meh yan jî her roj jinek tê qetilkirin. Di nav pergala PDK'ê û me de cudahî heye. PDK nahêle jin di qadên jiyanê de cih bigirin û ev dibe sedem ku tundiya li dijî jinan zêde bibe. Lê li cihên ku Pergala Neteweya Demokratîk lê hatine avakirin jin pêşengtiya gel dikin û xwe bi rêxistin dikin. Cihê ku Rêveberiya Xweser lê hebe kes nikare êrişî jinan bike. Ê ku tundiyê dikin jî bi awayekî adil tên darizandin. Saziyên dewletê yê jinan li Şengalê tune ne. Lê saziyên Rêveberiya Xweser ên jinan hene. Ji ber ku tundiya li ser jinê tundiya li ser civakê ye, Rêveberiya Xweser xwedî li jinê derdikeve û mafê jinê diparêze. Ji ber wê jî em dibêjin li hemberî pergalên desthilatdar Pergala Neteweya Demokratîk."   Şengalî anî ziman ku Rêveberiya Xweser ji bo civakan wekhevî û azadî ye û wiha got: "Bi taybetî jî ji bo jinan îradeyeke azad e. Ji ber wê jî ferq û cudahiyeke gelek mezin di navbera herêmên ku ji hêla desthilatdaran ve tên brêvebirin û cihên ku bi Pergala Neteweya Demokratîk tên birêvebirin de heye. Cihê ku Pergala Neteweya Demokratîk lê heye, civak xwe bi xwe xwe bi rê ve dibe. Lê cihê ku faşîzm lê hebe îradeya civakan, îradeya jinê nayê naskirin."   'JIN VEDIGERIN SER AXA XWE'   Şengalî diyar kir ku tevî hemû êrişan jî jin axa xwe terk nakin û ev tişt gotin: "Niha ji bo ku jinên êzidî vegerina warê xwe gelek xebat tên meşandin. Bi taybetî jî TAJÊ ji bo îradekirin û rêxistinkirinan jinan xebateke gelek xurt dide meşandin. Ne tenê ji bo êzidiyên Şengalê, di hemand demê de em ji bo yên ku li kampan dimînin jî xebatan didin meşandin. Jinên êzidî ku di kampan de dimînin li ser wan êrışeke mezin heye. Şereke gelek taybet li ser wan didin meşandin. Ev şerê taybet ku îro tê meşandin jî li ser civakê di astekî bilin de tê kirin. Ji ber van polîtîkayan şûna ku êzidî vegerin warê xwe, berê xwe didin koçberiyê. Yê ku warê xwe terk dikin jî zilam in. Ên bi axa xwe ve girêdayî jin in. Her wiha yê ku vedigerin û axa xwe tercîh dikin jî jin in. Bi welatê xwe ve girêdayî ne, zû bi zû nikarin axa xwe terk bikin. Lê hewledanên polîtîkayên şerê taybet ew in ku jinan ji axa wan dûr bikin û nehêlin xwe birêxistin bikin. Ji hêza jinê ditirsin. Ji ber wê jî em wekî TAJÊ ji bo ku jin vegerin ser axa xwe û xwe bi rêxistin bikin di warê projeyên aborî de û berfirehkirina birêxistinkirinê de xebatên xwe didin meşandin."