Ji Serhedê ber bi Cûdî ve ketin rê 2022-09-17 08:51:33   WAN - Ji herêma Serhedê gelek kes ji bo tev li Meşa Cûdî bibin nîvê şevê ji Wanê bi rê ketin.    Di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, wê îro bi dirûşma “Em li dijî hilweşandina şer û talankirina xwezayê dimeşin” ber bi Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ve bimeşin. Ji bo meşe ji herêma Serhedê jî bi rê ketin. Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, parlamenter Mûrat Sarisaç, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kes di saetên êvarî de li ber avahiya Rêxistina HDP’a Wanê hatin gelhev.    GOVEND GERANDIN   Polîsan di derketina bajêr de wesayîtên kesên ji bo tev li meşê bibin bi rê ketin rawestandin. Kesên ku demekî dirêj hatin rawestandin, nasnameyên wan hatin kontrolkirin. Piştî ku polîsan nasname bi xwendina navan belavkirin, welatiyên di wesayîtê de bi kurdî gotin “ez li vir im”. Balkêş bû ku polîsan got “bi kurdî neaxive”.    Endamên partiyê û ekolojîstên piştî kontrolkirina nasnameyan bi rê ketin, li Bedlîsê taştê xwarin. Dû re li vir demekî dirêj govend gerandin û her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana Cûdî” , “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Endamên partiyê û ekolojîstên li çend bajarên din jî tev li bûn, pişt re ber bi Şirnexê ve ketin rê.