Lî Sîlopiyayê 8 kes serbest hatin berdan 2022-09-16 20:37:37     ŞIRNEX- Li navçeya Sîlopiyayê 8 kesên ku hatin binçavkirin serbest hatin berdan.   Li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê polîsan duh di avêtina ser malan de gelek kes binçav kiribûn. Di avêtina ser malan de Ahmet Kayan, Ahmet Gorgulu, Metîn Gorgulu, Emîn Dûrak, Nûrşen Şen, Recep Ayik, Şerîf Ozkaplan û Mahsûm Onûk hatibûn binçavkirin. 8 kesên hatibûn binçavkirin îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê her 8 kes bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî der barê her 8 kesan de biryara şertê kontrola edlî da û ew berdan.