ÎKK a TMMOB a Amedê: Bila îhaleya firotina taxê bê betalkirin 2022-09-16 16:53:12   AMED - ÎKK a TMMOB a Amedê bi daxuyaniyekê diyar kir ku mafê hewînê nayê xespkirin û xwest ku îhaleya firotina Taxa Fabrîka ya Yenîşehîrê bê betalkirin.    Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîr a Amedê firotina 340 malên li Taxa Fabrîka (Îplîk) ya Yenîşehîrê da îhaleyê. Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) a Odeya Maden û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Amedê têkildarî mijarê bi şêniyên taxê re civînek li dar xist. Civîna gel li pêşiya Şaredariya Yenîşehîrê ya di bin rêveberiya qeyûm de hat kirin. Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), şêniyên taxê û keyayê taxê di civînê de amade bûn.    Di daxuyaniyê de pankarta “Mafê hewînê nayê xespkirin” hatibû daliqandin. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Zîraetê ya Amedê Samet Ucaman axivî û wiha got: “Bandora rûxandina li seranserî herêma me tê kirin, di serî de li bajarê me, li her qadê tê dîtin. Di vê çarçoveyê de ji salên 80 heta 90’an gundên me hatin valakirin û rê li ber koçberiyeke mezin vekirin. Welatiyên koçberbûyîn li bajaran bo xwe qadên jiyanê ava kirin. Lê belê rêveberiya qeyûm ev qadên jiyanê bi rêya îhaleyan dan muteahhîtan û gelê me terkî qedera wan kir.”    ‘GELEK DEVERÊN BAJAR TÊN FIRTON’   Ucaman, da zanîn ku vîna gel tê xespkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê yekê re qeyûm tên tayînkirin û sepanên veguherînên rantê dikevin meriyetê. Ev sepanên rantê yên li Sûr a dîrokî dest pê kirin û Kaynartepe ya Rezanê, Ben û Sen a Yenîşehîrê, Fîskaya, Peyas û îro jî Taxa Fabrîka ya Yenîşehîrê di bin navê veguherîna bajar û nûkirinê de berdewam kirin. Heman sepan li Taxa Yolalti jî berdewam dike. Mizgeft jî di nav de, Şaredariya Yenîşehîrê li Taxa Fabrîkayê (Qeydên Parselan Taxa Dokuzçeltîk) nêzî qadeke 50 doniman û li Taxa Uçkuyuyê jî 2 parsel dan ber firotinê. Qada xizîneyê ya li Taxa Fabrîkayê li ser bedela rayîç firotina Şaredariya Yenîşehîrê û weke qada veguherîna bajar û nûkirinê hatiye nirxandin. Qadên xizîneyê bi bihayekî erzan ji Şaredariya Yenîşehîrê re hatine firotin. Rewşa piştre jî bi xwe re gelek kes mexdûr kiriye. Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de, gelek sepanên derhiqûqî kirin, şêniyên taxê terkî qedera wan kir û îhaleyeke firotinê ya ku mimkin nîne qanûnî be re ne gel lê rant tercîh kiriye. Li dijî vê pratîka qeyûm û zîhniyeta îradeya gel tune dihesibîne, welatî tu muxatab an jî rayedaran jî nabînin. Di serdemeke wiha ya krîza aboriyê de ku hemû kes têkoşîna pariyê nanê xwe dike, em ê nehêlin zordestî li gelê me were kirin.”