Li Kercewsê dozgerê hewl da întîhar bike birîndar bû 2022-09-16 15:21:06   ÊLIH - Hate diyarkirin ku dozgerê 28 salî Abdulsamet Yilmaz ku nêzî 2 meh berê li navçeya Kercews a Êlihê hatibû wezîfedarkirin, li lojmanên edliyeyê ku lê dima nîvro bi çekê hewl daye întîhar bike. Yilmaz ê bi giranî birîndar bû, li ser agahdarkirina kesên derdorê ji aliyê tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kercewsê.”   Hate ragihandin ku piştî mudaxileya li vir hate kirin Yilmaz sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê hate kirin û xetereya wî ya jiyanî didome. Sedemê hewldana întîharkirina dozger Yilmaz nehat zanîn û têkildarî bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.