Dozger xwest ku kujerê malbata Dedeogûllari Lutfu Keleş bê berdan 2022-09-16 15:12:01   KONYA - Dozger xwest ku Lutfu Keleş ê 7 endamên malbata Dedeogûllari qetil kiribûn bê berdan. Parêzer Atîlla Kart jî wiha got: “Komkujiya ku pêk hat di wijdana civakê de hate mehkumkirin. Ji ber vê yekê divê ev komkujî bi vîneke serbest bê nîqaşkirin.”   Beriya ku di 30’yê Tîrmeha 2021’an de li navçeya Merama Konyayê 7 ferdên malbata Dedeogullari bên qetilkirin, di 12’ê gulana 2021’an de ferdên ji malbatên Keleş û Çalik êrişek nijadperestî li dijî ferdên malbata Dedogullari kiribûn. Têkildarî vê êrişa nijadperest derbarê êrişkaran de doz hatibû vekirin. Danişîna pêncemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 8’emîn a Konyayê hate dîtin.   Danişîna ku parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) tev li bûn de Çetîn Dedeogûllari yê yekane kesê ji malbatê sax mayî amade bû. Ji bersûcan Ayşe Keleş, Velî Keleş û Yahya Çalik li dadgehê amade bûn û bersûcên girtî Alî Keleş ê kurê Welî û Lutfu Keleş bi SEGBÎS’ê tev li daxuyaniyê bûn.    Danişîna ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir, bi xwendina mutalaya têkildarî esasê ya dozger berdewam kir.    DOZGER XWEST BÊ BERDAN   Dozger di mutalaaya xwe de diyar kir ku divê bersûc ji xala TCK’ê ya 87-3’yan bên darizandin û da zanîn ku bersûcan sûcê “binpêkirina destnedayîna xanî” kiriye lê “binpêkirineke biçek” nîne, êriş li ser kuştinê ye û parastinên bersûcan li ser xwe xelaskirinê ne. Dozger xwest hemû bersûc bên cezakirin, girtina bersûc Velî Keleş bidome û bersûc Lutfu Keleş ê girtî bi şertê kontrola edlî bê berdan. Dozger, xwest di heman demê çeka di bûyerê de hatiye bikaranîn bê desteserkirin û radestî rêveberiyê bê kirin.    ‘NE MIRIN HATIN QETILKIRIN’   Dozgeriyê ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane îfadeya “mirinê” bikar anî, parêzeran bertek nîşanî vê da. Parêzer Atîlla Kart ê têkildarî mutalaayê mafê axaftinê girt, wiha got: “Ev miron ne mirin, hatin qetilkirin. Ev lêpirsîn bi awayê hiqûqî seqet e. Ev seqetî bandorê li darizandinê jî dike. Di van şertan de ne pêkan e ku darizandineke adil pêk bê.”   Kart, destnîşan kir ku “Di burokrasiyê de çetebûn heye” û bal kişand ku girtekên winda û hatine revandin hene.    DI NAVBERA BERSÛCAN DE DABEŞKIRINA KAR   Kart, destnîşan kir ku tespîtên bersûcan hêj di serî de sûc girtine ser xwe û di navbera xwe de dabeşkirine hene û got: “Dozger vê rewşê paşguh dike. Delîl tên reşkirin. Ev mijar di navbera bersûcan û parêzerên wan de hate axaftin. Arastekirina dozger, leşker û polîsan a di vê mijarê heye.”   Kart, axaftina xwe wiha domand: “Komkujiya ku pêk hat di wijdana civakê de hate mehkumkirin. Ji ber vê yekê divê ev komkujî bi vîneke serbest bê nîqaşkirin.”   ‘BI SEDEMÊN NIJADPEREST PÊK HAT’   Dû re parêzer Abdûrrahman Karabûlût destnîşan kir ku ev êriş bi sedemên nijadperest hate kirin û da zanîn ku şandeya dadgehê bi israr daxwaza wan a ji bo yekkirina dosyayên komkujî û êrîşê red dike û anî ziman ku nepêkane her du dosya bi rengekî serbixwe ji hev bên nirxandin.   Pişt re parêzer Ebrû Akkal jî ji bo li dijî mutalaayê parastinê bikin dem xwest û diyar kir ku daxwaza dozger a derbarê berdana bersûc de qebûl nakin. Akkal, xwest ku hemû bersûc bên girtin û polîs Îlyas Boztaş weke şahid bê guhdarkirin. Parêzerên bersûcan ên mafên axaftinê wergirtin jî ji dadgehê dem xwest.    DAXWAZA BERDANÊ NEHAT QEBÛLKIRIN   Heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê eşkere kir û biryar da ku tedbîrên kontrola edlî yên li dijî bersûcan Alî Keleş, Ayşe Keleş, îbrahîm Keleş, Velî Keleş û Îbrahîm Çalik berdewam bikin, qebûl nekir ku îlyas Boztaş weke şahid bê guhdarkirin, daxwaza kifşkirina cihê bûyerê red kir, daxwaza têkiliyê bi telefonê ya qatilê tetîkêş Mehmet Altûn û di navbera 112 Acil de di dosyayê de cih bigire red kirin û daxwaza girtina bersûcênn ku negirtî tên darizandin red kirin, biryara berdewamkirina girtina Alî Keleş ê kurê Welî û Lutfu Keleş da.   Danişîna ku tê payîn wê biryar bê dayîn taloqî 28’ê cotmehê hate kirin.