‘Şahid’ îfadeya xwe red kir û Turkoglû hate berdan 2022-09-16 13:29:01 AMED - Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP’ê Halîde Turkoglû bi hinceta îfadeya “şahid” hatibû girtin. Piştî ku şahida behsê xeberê îfadeya xwe red kirî, Turkoglû hate berdan.  Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP’ê Halîde Turkoglû, li ser îfadeya şahida vekirî Kezban Kuday ku digot “perwerdeya îdeolojîk dide” hatibû girtin. Derheqê Turkoglû de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hate vekirin û danişîna ewil a dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê, endamên PM û MYK’ê û Halîde Turkoglû jî di nav de, bi giştî 10 kes di çarçoveya îfadeyên Kuday de hatibûn girtin. Turkoglû û parêzer Resûl Temûr di danişînê de amade bûn. Şahid Kezban Kuday jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Her wiha Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy û gelek HDP’iyan jî danişîn şopand.    Turkoglû li dijî îdiayan parastina xwe kir û da zanîn ku di dema tawanbariyên tên kirin de endama PM’a HDP’ê û Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê bû. Turkoglû, diyar kir ku her partiyên siyasî di çarçoveya rêznameya xwe de perwerdeyan didin. Her wiha Turkoglû destnîşan kir ku bi heman îdiayê beriya niha jî hatibû binçavkirin lê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Di berdewamê de Turkoglû daxuyand ku perwerdeyên tên dayîn, perwerdeyên rêznameyê ne û tawanbariyên tên kirin jî red kir. Turkoglû, got ku şahida bi navê Kezban Kuday nas nake û îfadeyên wê ji ber xwe ve hatine çêkirin.    ŞAHIDÊ ÎFADEYÊN XWE RED KIR   Li ser vê yekê dadger pirsa îfadeyan ji şahid Kezban Kuday kir. Li ser vê yekê şahid wiha got: “Ez Halîde Turkoglû nas nakim. Tenê çend carekan li hinek deveran rast hatim. Me wisa hevdîtin kir. Min derheqê wê de tu îfade nedane. Min beriya niha negotiye ku perwerdeyên rêxistinî dide. Dema li HDP’ê dixebitiyam çende caran bi awayekî rasthatî min ew dît. Min tenê îfadeyên di hizûra parêzeran de dayîn qebûl kirin. Min derheqê bersûc de tiştekî wiha negotiye. Ez nizanim bê ka di nava HDP’ê çi kar dike.”   Dozger jî destnîşan kir ku “Dê şertê kontrola edlî kêm bimîne” û xwest ku rewşa girtî ya Turkoglû bidome.    ‘BÊYÎ PARÊZER AGAHÎ LI ÎFADEYA KUDAY HATINE ZÊDEKIRIN’    Parêzer Resûl Temûr jî got ku îfadeyên şahidan li dosyayê nehatine zêdekirin û her çende ku di îdianameyê de nav û paşnavê miwekîla wî derbas bibe jî, di girteka îfadeyê de tenê weke nav anku Halîde derbas bûye. Bi domdarî Temûr daxuyand ku 16 rûpelên ewil ên îfadeyên şahid di hizûra parêzerê taybet de hatine girtin lê 14 rûpel bêyî agahiya parêzer lê hatine zêdekirin. Temûr, parastina xwe wiha domand: “Kuday ev 14 rûpel îmze nekiriye. Lê di 16 rûpelên ewil de jî derheqê miwekîla min û navên din de tiştek negotiye. Girteka îfadeyê li dijî usûl û hiqûqê ye. Ez dixwazim miwekîla min were berdan.”   Dadgehê biryara berdana Turkoglû da û danişîn taloqî 9’ê kanûnê kir.