Bavê wê anîbûn li ber HDP’ê: Fermandara YJA-Starê Laçîn jiyana xwe ji dest da 2022-09-16 11:42:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandara YJA Starê Gamze Laçîn a ku Ji bavê xwe Mehmet Laçîn ê ku anîn li ber avahiya HDP'ê re gotibû “Navê vê yekê îxanet e”di êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêma Kurdistana Federe de jiyana xwe ji dest da.    Hin kesên ku îdia dikin zarokên wan şandine çiyê, di 3’yê îlona 2019’an de li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê dest bi sekinînê kirin. Piştî Amedê li bajarên weke Wan, Colemêrg, Agirî, Mûş, Îzmîr û Enqereyê jî li ber avahiyên HDP’ê heman çalakî li dar xistin. Lê ji ber hejmara kesên tev li çalakiyan dibûn kêm bû û endamên partiye destûr nedan kesên li bajarên din jî arasteyî Amedê hatin kirin.    Kesên ku bi arastekirina Wezîrê Karên Hundir û miduriyeta polîsan tevgeriyan, heta niha bi gelek bûyeran hatin rojevê. Mirovên ku her meh di dora bankayan de hatin dîtin, ji bo pereyan gelek caran şer kirin. Her wiha fînansekirina wan a ji aliyê qeyûman ve, veqetandina hin kargehan a ji wan re û li dijî çalakiyên wan daxwazên mal û kargehan qet ji rojevê neketin.    Di vê pêvajoya dawî de di êrişên dewleta tirk ên 3 salan de gelek xizmên kesên ku li ber avahiyên partiye bi îdiaya “hatine revandin” tên sekinandin, jiyana xwe ji dest dan. Hate aşkerekirin ku endamên HPG’ê Mûsa Gurturk, Tuncay Bîngol, Çekdar Amed, Bayram Elhaman û keça Mehmet Laçîn ê yek ji wan kesên li pêş avahiya HDP’ê tê sekinandin Gamze Laçîn (Amara Ronahî) jî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Gamze Laçîn di meha tebaxê de di êrişa dewleta tirk de jiyana xwe ji dest daye.    BANGA WÊ YA BERIYA KU JIYANA XWE JI DEST BIDE   Yek ji fermandara YJA Starê Gamze Laçîn, di daxuyaniya beriya niha dabû de diyar kiribû ku bi vîna xwe tev li PKK’ê bûye. Laçîn ev bang li bavê xwe kiribû: “Di şexsê bavê min de divê xwe û zarokên xwe li pêşberî dijmin zêdetir biçûk nexînin. Weke ku min di destpêkê de jî anî ziman, tevlîbûna min a li nava têkoşîna azadiyê li ser bingeha biryara ku min bi coş û hişmendiyeke mezin wergirtiye. Nirx û rûmeta xwe binpê nekin û nedin binpêkirin. Di serî de bavê min kesên li ber HDP’ê rûdinin tişta hûn dikin ne li gorî mirovahiyê, ne li gorî exlakê ne jî li gorî kurdbûnê ye. Tu ferdên gelekê li dijî nirxên xwe li cem dijmin nasekine, xizmetê ji wan re nake. Navê vê îxanet e. Weke kurdeke elewî bi hişmendiya çanda edalet, maf û berxwedanê mezin bûm. Li cem me kesên pişta xwe dane nijad û baweriya xwe sûcê herî mezin kirine. Vê yekê layiqî xwe nebînin û xwe neînin asta ku dijmin ji bo armancên xwe we bikarbîne.”   MEHMET LAÇÎN   Mehmet Laçîn ê tevî banga keça xwe dest ji çalakiya xwe berneda, di destpêka sala 2020’an de li pêş Rêxistina HDP’a Amedê rûnişt. Laçîn piştî demekê derbasî Îzmîrê bû û li ber derê avahiya partiyê ya li vir kon veda. Navê Laçîn di vê serdemê de, bi qetilkirina xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz hate rojevê. Rayedarên partiye, bi lêv kiribûn ku di êrişa ji aliyê kujerê Poyraz Onûr Gencer hatibû kirin de, Laçîn nêrevanî kiribû.    Laçîn, pişt re ji Îzmîrê anîn pêş Navenda Giştî ya HDP’ê û xwestin li vir kon vede. Lê endamên partiyê destûr nedan vê.    LAWIK LAÇÎN: BI SALAN TUNDÎ LI ME KIR     Zarokê Laçîn ê din Ozer Laçîn jî ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re axivî bû û diyar kiribû ku bavê wî bi salan tundî li wan kiribû. Lawik Laçîn wiha gotibû: “Armanca wî ne peyketina zaroka xwe ye, armanca wî ji dayika min a dest ji wî berdayî tolê hilîne ye.”