Turkdogan: Em ê ji bo ‘mafê hêviyê’ di nava hewldanan de bin 2022-09-16 10:34:52   ENQERE - Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku ji bo sepanên li Îmraliyê bingeheke qanûnî ya li ser axaftin bê kirin nemaye û wiha got: “Heke Tirkiye bersivê nede, ji bo ku mafê hêviyê di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de bimîne em ê di nava hewldanan de bin.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adara sala 2014’an de cezayê bêyî tehliyeya bişert a heta hetayê weke binpêkirina xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) nirxand. Di biryara "Ocalan 2” de hat gotin ku bi bêparhiştina ji “mafê hêviyê” re qedexeya îşkenceyê hatiye binpêkirin. Tirkiyeyê li dijî vê biryara binpêkirinê tu gav neavêtin û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî li ser vê yekê di 9’ê tebaxê de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) da. Tirkiyeyê bersiv da serlêdanê û li xwe mikûr hat ku Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar hatiye hiştin.    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan têkildarî lixwemikûrhatina Tirkiyeyê û cotstandartiya hiqûqê ya li dijî Ocalan nirxand.   Ozturk Turkdogan, bersiva Tirkiyeyê weke “lixwemikûrhatina rastiya her kes pê dizane” pênase kir û wiha got: “Tirkiyeyê cezayê mirinê ji hiqûqa xwe derxistiye. Sererastkirinên derheqê cezayê muebbeta giran de teqez nayên qebûlkirin. Ji ber ku di van sererastkirinan de cezayê girtinê yê heta mirinê tê dayîn. Lewma ev rewş bi serê xwe îşkence û nêzikatiya xerab tê nirxandin. DMME vê rewşê weke binpêkirina xala 3’yemîn a PMME’yê dinirxîne. DMME dibêje ku sûcê kesekî çi dibe bila nabe ku heta mirinê di girtîgehê de bimîne. Di rewşeke wiha de Tirkiye neçare ku mewzûata xwe biguherîne ji ber ku aliyekî PMME’yê ye.”    ‘DIVÊ MEWZUAT BÊ GUHERANDIN’   Bi domdarî Turkdogan das zanîn ku biryara “mafê hêviyê” ya DMME’yê ji biryara derheqê Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de cudatir e û wiha pê de çû: “Di biryara xwe ya bo Ocalan de guherîneke de mewzûatê de dixwazin. Mewzuata Tirkiyeyê li dijî PMME’yê ye. Lewma divê li gorî peymanê tevbigere. Ji bo vê jî divê xalên bi taybet jî bo Ocalan hatine çêkirin werin rakirin. Her wiha divê xala 25’emîn a înfaza qanûnan û xalên din û xala 17’emîn a TMK’ê teqez bên guherandin. Tu desthilatdarî nikarin ji vê birevin.”    ‘MIRINA BI DEMÊ RE HATIYE VEHÊLANDIN’   Di berdewamê de Turkdogan anî ziman ku bi vê sererastkirina taybet ji bo Ocalan hatiye çêkirin re 4 hezar kes jê bandor bûye û wiha derbirî: “Tirkiye neçare ku gavekî biavêje. Me weke rêxistinên civaka sivîl di serlêdana Qural 9.2’yan de hejmara kesên ‘cezayê muebbeta giran’ xwarin jî xwestibû lê bersivek nedan. Me gelek caran ev daneye ji Wezareta Edaletê xwestin lê bersiv nedan. Divê cezayê muebbeta giran ku tê wateya ‘mirina ji demê re hatiye vehêlandin’ bê rakirin.”    ‘HIQÛQA DUMEND DI BERÊ DE JÎ HEBÛ’   Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan bi lêv kir ku heta ji bo girtiyên siyasî çareserî neyê peydakirin, pirsgirêkên heyî dê pêl bi pêl mezintir bibin û ev tişt anî ziman: “Dîroka hiqûqa dumendî ya li Tirkiyeyê pir kevn e. Ji sala 1920’an vebûna Meclisê heta niha li gorî aliyan hiqûqeke taybet heye. Di 27’ê nîsana 1920’an de qanûna ‘xiyaneta li welêt’ qebûl kirin û Dadgehên Îstîklalê ava kirin. Di van dadgehan de bi hezaran mirovên bêguneh hatin kuştin. Cezayên mirinê înfaz kirin. Bi taybet jî ji ber muxalîfên rejîmê û serhildanên kurdan hatin avakirin. Hiqûqa dumendî her hebû û qet xelas nebû. Bandora wê li TMK û qanûnên din jî kirin. Hiqûqa dumendî hêj berdewam e.”    'SEPANAN VEDIGUHERÎNIN QANÛNAN’   Turkdogan bi lêv kir ku bi Ocalan re di rejîma înfazê de jî bandora hiqûqa dumend çêbûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem cezayê mirinê radikin û hem jî mirovekî ji mafê hêviyê bêpar dihêlin. Ji vî alî ve bi sererastkirineke di qanûna înfazê de ‘Qanûnên Ocalan’ ku qanûnên herî giran in anîn. Her wiha di CMK’ê de gelek xalên ku hevdîtina parêzer-miwekîl asteng dikin anîn. Sepanên ewil jî li Îmraliyê ketibûn meriyetê. Cara ewil di 2004-2005’an de hevdîtin êdî qeyd dikirin. Îro di CMK’ê de ev sepan kirin qanûnek. Sepanên derheqê hevdîtinê de, bêparhiştina girtiyekî ya ji mafê hevdîtin, telefon, ragihandin û hwd. Ev sepan tevek jî ji ewil li Îmraliyê hatin ceribandin.”    ‘JI HÊLA QANÛNÎ VE TIŞTEKÎ WERE AXAFTIN NÎNE’    Turkdogan, destnîşan kir ku li Girtîgeha Îmraliyê li derveyî her tiştekî, rewşeke ku kesek jê neagahdar li holê ye û wiha pê de çû: “Mirov nikare ji vê re bibêje hiqûq û rewşekî qanûnî. Bêqanûniyek li holê ye. Hewl didin vê rewşê li gorî qanûnê saz bikin lê zêde beloq dike. Wek mînaka cezayê voltayê, gelek tiştên trajîkomîk hene. Ji ber van sepanên hikûmetê, tiştên li Girtîgeha Îmraliyê pêk tên bi tevahî polîtîk in. Me gelek caran ji bo bicihanîna qanûna li Îmraliyê serlêdan kirin lê hikûmetê guh neda. Lewma ji hêla qanûnî ve êdî tiştekî were axaftin nîne.”    ‘PIŞTÎ KU DADGEHÊN BILIN XWEDÎ LÊ DERNEKETIN...’    Di berdewamê de Turkdogan da zanîn ku di keyfiyeta di darazê de berpirsyartiya dadgehên bilind jî heye û wiha dom kir: “Piştî biryara jinûvedarizandina Ocalan, di dema dayîna heman cezayê de ji serlêdanên bo Dadgeha Bilind û DMME’yê hatine kirin de encamek derneket. Hem Dadgeha Bilind a li Tirkiyeyê û hem jî DMME xwedî li hiqûqê derneket. Heke dadgehên bilind xwedî li hiqûqê dernekevin, êdî pêşî li pergala hiqûqê û keyfiyatê nayê girtin. Tişta ku em jê re dibêjin necezakirin jî ev e. Daraz pir zêde di bin bandora desthilatdariyê de ye. DMME jî ji ber giraniya pirsgirêka kurd, bi qasî tê xwestin xwedî li Konseya Ewropayê dernakeve. Ev pêvajo jî bandorê li hev dikin.”   ‘HÛN NIKARIN HETA HETAYÊ QEDEXE BIKIN’   Têkildarî astengkirina hevdîtina Ocalan a bi parêzer û malbata wî re jî Tukdogan ev tişt anî ziman: “Hûn nikarin biryarên ku mafekî heta hetayê qedexe dikin derxînin. Mirovek qet bi parêzerên xwe re hevdîtin nekiriye û her tim qedexe heye. Ev tiştekî çawa ye? Hûn çawa dikiarin ji bo 3 heta 6 mehan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re bînin? Mirovek çawa  nikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike? Sedema vê çi ye? Ji vê re dibêjin keyfiyet. Dadgehên Bilind her tim dikarin pêşî li keyfiyetê bigirin. Komîteya Wezîran a Ewropayê di sala 2009’an de biryara Ocalan xist rojeva xwe. Di sala 2021’an de jî ‘mafê hêviyê’ xist rojeva xwe. Rewşa dadgehên bilind ev e; zêde ji krîzên siyasî bibandor dibin.”   ‘DÊ HEWLDANÊN MIN BIDOMIN’   Ozturk Turkdogan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tirkiyeyê hêj jî bersiva serlêdana me ya ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê nedaye. Em ê heta dawiya meha îlonê rewşê bişopînin. Heke bersivê bidin em jî dê nêrînên xwe parve bikin. Bersivê bidin jî nedin jî em ê nêrînên xwe dubare vebêjin. Em ê vê mijarê di rojevê de bihêlin. Ne diyar e dê bersivê kengî bidin lewma divê raya giştî hinek bêhnfireh be. Her wiha serdana Komîteya Jêr a Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (SPT) a Neteweyên Yekbûyî (NY) girîng e. Me bi wan re hevdîtin kir û raporên xwe yên derheqê îşkence û nêzikatiya xerab de pêşkeş kirin. Cihê ku biçin serdana wan me jê re got. Me xwest ku biçin Girava Îmraliyê jî. Bêguman ew bernameya xwe amade dikin lewma em nizanin bê ka dê biçin an na. Heke parêzer û malbat di demekî nêz de li Îmraliyê hevdîtinê nekin, divê CPT biçe serdana Îmraliyê.”    MA / Bêrîvan Altan