Nobetên Edaletê: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin 2022-09-15 16:27:22   ÎZMÎR/WAN - Malbatên li Îzmîr û Wanê nobetên edaletê didomînin, xwestin ku girtiyên nexweş werin berdan û gotin: "Em naxwazin ji girtîgehan darbest derbikevin."    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin a bi daxwaza dawîkirina tecrida li girtîgehan li Îzmîrê dane destpêkirin di roja 113’emîn de berdewam dike. Malbatan pêşmalkên li ser ji “Girtiyên nexweş re azadî” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” dinivîsand li xwe kirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî”, “Heq hiqûq edalet” berz kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Çeşme û Ûrlayê tev li çalakiyê bûn.    Malbata girtî Hanim Sever anî ziman ku divê şer demildest were sekinandin, darbest ji girtîgehan dernekevin û got: “Zimanê me qedexe ye, aştî qedexe ye, her tişt qedexe ye. Herkes bi zextan re rûbirû dimîne û her roj mirov tên binçavkirin. Girtiyên di Girtîgeha Kiriklarê de tên ragirtin di greva birçîbûnê de ne û rewşa wan nebaş e. Tevî ku Aysel Tûglûk nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên sereke bîne cih jî nayê berdan. Lê belê diz û çeteyên mafyayê berdidin. Em heq dixwazin, bila zarokên me di girtîgehê de nerizin. Em dayik in, ne kurd, ne tirk ne jî ereb kê be bila bibe em naxwazin bimire, em aştî û mirovahiyê dixwazin.    ZAROKÊN ME BERDIN   Sever bilêv kir ku her roj kesên ku hatine hilbijartin rastî zext û binçavkirinan tên û got: “Cenazeyên zarokên me di nava kutiyan de didin me. Em vê yekê qebûl nakin. Em dayik in, dilê me dişewite. Êdî girtiyên me yên nexweş berdin. Ez ji vir bangî Wezîrê Edaletê dikim ku destên xwe deynin ser wijdana xwe û zarokên me berdin.”   Çalakî bi 10 deqîqe rûniştina li pêşiya edliyeyê, bi dawî bû.    LI WANÊ POLÎS HATIN ŞERMEZARKIRIN   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Wanê daye destpêkirin jî li pêşiya Edliyeya Wanê pêk hat. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tev li çalakiyê bûn.    Polîsan biryara walitiyê ya qedexekirina çalakiyan wek hincet nîşan dan û destûr neda çalakiyê. Malbatan jî li ser vê yekê bi dirûşmên “Heq hiqûq edalet” û çepikan polîs şermezar kirin.    Çalakî bi çepik û berzkirina dirûşman bi dawî bû.