Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Berpirsyar desthilatdariya siyasî ye 2022-09-15 16:25:45   AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî kuştina xebatkarê ewlehiyê Tugrul Okutan de daxuyaniyek da û wiha got: “Êdî tehemûla me nema ye ku hevalekê xwe yê din winda bikin.”    Karmendê ewlekariyê Tugrul Okutan duh li Nexweşxaneya Dewletê ya Esenyurt a Stenbolê ji hêla malbata nexweşekî ve hate kuştin. Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî kuştina Okutan li baxçeyê Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî ya Amedê daxuyanî da. Di çalakiyê de endam û rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) amade bûn. Daxuyanî bi rêzgirtinê dest pê kir. Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Elîf Tûran axivî û got ku wan hêj êşa Ekrem Karakaya ji bîr nekiribû ku agahiyeke din a xerab wergirtin.    Bi domdarî Elîf Tûran anî ziman ku dê li hemberî tu kuştinan bêdeng nemînin û wiha domand: “Tugrul Okutan dê her dem di têkoşîna me de bijî. Okutan, di encama kêrkirina xizmên nexweşekî de jiyana xwe ji dest da. Me xwestibû ku ji bo pêşîlêgirtina van cînayetan zagoneke çalak bikeve meriyetê û cihê kar bi ewle be. Lê mixabin guh nedan van daxwazên me. Em careke din dubare dikin û dibêjin ku berpirsyariya tundiya di qada tenduristiyê de desthilatdariya siyasî bi xwe ye. Bi gotinên xwe rê li ber zêdebûna tundiyê vekirin. Lewma tundiya psîkolojîk û fîzîkî ya li ser karkerên tenduristiyê zêdetir bû.”   BANG LI MECLISÊ KIR   Tûran, destnîşan kir ku dê têkoşîna wan a li dijî tundiyê bidome û axaftina xwe wiha qedand: “Divê Meclis zagona TTB’ê ya pêşniyar kiribû têxe rojeva xwe û qebûl bike. Heta daxwazên me tên qebûlkirin jî dê têkoşîna me bidome. Êdî tehemûla me nema ye ku hevalekê xwe yê din winda bikin.”